“Qelenê hunerê buha ye  ji bo jina Kurd”

“Qelenê hunerê buha ye ji bo jina Kurd”

Rêya hunerê di nav civaka kurdî de bi elem û bi zorî ye, ji ber gelek sedeman û bi taybetî li hemberî jinên kurd ku gelek caran rê li pêş qabîlîyet û zîrekbûna wan tê girtin.

A+A-


Rêya  hunerê di nav civaka kurdî de bi elem û  bi zorî ye, ji ber gelekj sedeman û bi taybetî li hemberî jinên kurd ku gelek caran rê li pêş qabîlîyet û zîrekbûna wan tê girtin. Ji ber vê yekê jî ew hunermendên jin di civata kurdî de hêjane û mînakên serekeftinê ne di esmanê hunerê de ye.


Hunermend û stranbêj I’tidal Mehmûd yek ji wan jinên hunermend e, ku bi zorî hunera xwe hilgirtiye û ta roja îro berdewam dike.

 

Ew ji bajarê Qamişlo ye û di nav malbatek hunerhez û welatperewer de mezin bûye.
Destpêka wê di dîbestanên seretayî  de bû, lê belê ew di nav komên kurdî de û bi taybetî koma Xelet de, xwe bi girseyan re da nasîn û li ser dikên Newrozan hate naskirin.


Bi tona dengê xwe ya taybet, şêwazekî xweş da stranên xwe  digotin ji hunermendên din re.
ji ber kêmbûn yan tunebûna stana zarokan di nav stran û mûzîka kurdî de, hunermend Itîdal xwest ku vê gavê bavêje û di sala 2002'an de elbumek stranên zarokan belav kir, ji awazên xwe û gotinên helbestvan Ferhad Icmo.
Di 2008an de elbumek bi navê “Cejne Îro” belav kir.


Ji ber şerê Sûriyê û rewşa herêmên kurdî ew û malbata xwe berê xwe dan herêma kurdistanê û li Dihokê bicîh bûne.
Li herêma Kurdisatanê jî Itîdal, di nav çalakiyên hunerî de li herêma kurdistanê gelek beşdarî kirin û çend stran û vîdyo kilîp derxist.


Ew gelek gazina ji civak û karbidestên siyaseta kurdî dike, ku ta roja îro nizanin çawa karibin qedirê hunermendên xwe bigirin û rêzê li wan bigrin ta ku karibin hunera xwe li pêşxînin û hunera kurdî dewlemendtir bikin.
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin