Qayyûmê Sûr a Amedê, Alaya Tirk li Sûr a Amedê danî; sûryanî û ermenî ji lewhê hilanî!

Qayyûmê Sûr a Amedê, Alaya Tirk li Sûr a Amedê danî; sûryanî û ermenî ji lewhê hilanî!

Di 21ê Tîrmehê de li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê rewşa awarte îlan kir û bi her hawayî propagandaya dewleta xwe dike û alaya xwe ya Tirk li her derê Kurdistanê daldiqîne.

A+A-

Qayyûmê Şaredarîya navçeya Sûr a Amedê lewheya ku bi zimanê tirkî, kurdî, suryanî û ermenî li ser hatibû nivîsandin, daxist xwarê û di şûna wê de lewheya bi tirkî û kurdî danî û piştî 15 salan li ser lewheyê ala Tirkiyê bi cî kir.

Hevserokên hilbijartî yên Şaredarîya navçeya Sûra Amedê Seyîd Narîn û Fatma Barût bi biryara wezareta Tirk ji kar hatibûn dûrxistin û di şûna wan de cîgirê walîyê Amedê Bîlal Ozkan hatibû tayîn kirin.

Dihê zanîn ku piştî hewildana darbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmehê, karîna AKPê û serokomarê wê yê Tirkiyeyê vê derbayê kir bahane û di 21ê Tîrmehê de li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê rewşa awarte îlan kir û bi her hawayî propagandaya dewleta xwe dike û alaya xwe ya Tirk li her derê Kurdistanê daldiqîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin