Qasimlo di têkoşîna me de dijî!

Qasimlo di têkoşîna me de dijî!

Serokê Giştî yê PAKê: Dr. Abdurahman Qasimlo di têkoşîna azadîya Kurdistanê de dijî

A+A-

Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a İranê) Dr. Abdurahman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Wiyeneya paytextê Awûsturyayê  li gel Berpirsyarê Derveyî  Welêt yê PDKÎ yê  Ebdulla Qadirîzade û  Dr. Fazil Resûlê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di otelê de hatin qetilkirin.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên  Dewleta  Îranê re  lidardixistin, ji alîyê sîxurên dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu dawe venekirîye.

Dr. Abdurahman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer  bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo herweha pêşmerge û rêberekî bi tecrube û hêja bû ku, ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û  Dr.Sadiq Şerefkendî  jî, piştî  wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê  tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna  azadîya  gelê me bigire.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Muhammed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû îro jî li rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe.Ala Kurdistanê li hemû perçeyên  Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê hildan.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di  têkoşîna hemû  şervanên qehreman û kedkarên doza azadîyê de dijîn.

Di 28emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî  em Dewleta Îranê rûreş dikin.

13.07.2017

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin