Qasim Silêmanî gef li Trumpî xwar

Qasim Silêmanî gef li Trumpî xwar

Fermandarê sipaha Quds a Îranê serokê Amerîkayê hişyar kir û ragehand, êdî Derya Sor ji bo we ne aram e.

A+A-

Fermandarê sipaha Quds Qasim Silêmanî îro 26.07.2018ê ragehand, hêza wî li hember şer û pevçûna li gel Amerîkayê amade ye.

Qasim Silêmanî peyamek bo serokê Amerîkayê Donald Trump rêkir û ragehand, tenê spaha Quds dikare li hember Amerîkayê raweste û pêwîstî bi hemû artêşa Îranê nake û got: ‘’Hesaba we li gel min û hêza min e, ne hemû artêşa Îranê.’’

Silêmanî pêşbînî kir, gefên Donald Trump dibe heta lêdana Îranê jî biçe, lê ‘’Ez dê bersiva wan bidim û ez wekî ku hun pêşbînî dikin zêdetir li we nêzîk im.’’

Silêmanî serokê Amerîkayê hişyar kir û ragehand, Deryaya Sor êdî bo leşkerên Amerîkayê ne aram e û spaha Quds dê rikberiya we bike li Deryaya Sor.’’

Qasim Silêmanî twitên Donald Trump ên derbarê Îranê de wek ‘’Wêjeya dîsko û leşfiroşiyê’’ pênase kir û got, di rastiya waqiî de Amerîkayê daxwaz ji min kir şerê Amerîkayê li Iraqê rawestînim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin