Qanûnek li ser êrişa bi kezabê derket

Qanûnek li ser êrişa bi kezabê derket

Parlementoya Îranê qanûnek li ser cezakirina wan kesên ku kezabê (asîd) davêjin ser kesên din, derxist.

A+A-

Parlementoya Îranê qanûnek li ser cezakirina wan kesên ku kezabê (asîd) davêjin ser kesên din, derxist.

Di van salên dawiyê de li Îranê êrişên bi kezabê gelekî zêde bûne. Yên mexdûr jî piranî jin in.

Parlementoya Îranê di civîna xwe ya îro de qanûnek li ser cezakirina wan kesên ku kezabê davêjin ser kesên din, derxist.

Li gorî wê qanûnê, ew kesên ku bi kezabê êrişî kesên din dikin, herî kêm 5 sal û herî zêde jî 25 sal tên girtin. 

Helbet qanûna ku îro hatiye derxistin, nûn nûne. Çimkî qanûnek hebû ku sala 1958 hatibû derxistin. Li gorî wê qanûnê, ew kesên ku bi kezabê êrişî kesekî din dikin, herî kêm 2 sal û herî zêde jî 5 sal dihatin girtin.

Çavkaniyên mafên mirov dibêjin, ew şêwaza êrişê herî zêde ji aliyê peyayên dewletê ve û bo serkutkirina neyaran bi taybet jinên ku hîcaba wan qaşo ne li gorî pîvanên îslamî ne, tê bikaranîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin