Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Qamişlo û Govenda Bîranîna Seydayê Cegerxwîn

A+A-

 

Di roja 22/10/2020, bi helkeftina ku 36 salan di ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn re derbas bû, her çar komên nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Seydayê Cegerxwîn di nav cemawerekî girs de, li bajarê Qamişlo, Bexçeyê Xwendinê bibîr anîn. Min jî bi wan re, bi vê helbesta xwe ya ku ji mêj ve min li dor Seydayê Cegerxwîn afirandiye beşdarî kir û ji wan re navên her 10 dîwanên wî, salên çapkirina wan û nav û şanên wan lehengên kurd yên ku pêşgotin ji dîwanên wî re nivîsandine, bi kurtî, wek panorama anîn ziman û di encam de, min xwe dît ku, ez di govenda Seydayê Cegerxwîn de diraqisîm!

Ev e Helbesta ku min li dor Seydayê Cegerxwîn xwend:

Di axbeyareke Kurdistanî de

Sinbilek, bi navê Cegerxwîn,

şîn hat.

Bi ba re dixilîya

Lê qet ne tewiya;

Di zivistanî de,

Tevî baran, bef û bahozên

Ku dihatin,

Pişkivî, zîlda û

Bû kat..

Di buharî de

Bû şîndar,

Lê bi tenê,

Bê dost û heval..

Ta ku bi ser de hat

Havîna gerim

Hingî ji nû

Hişk bûn libên

Sinbilên zer..

Ne pûç ne kiwîrik,

Xurû genimê zerik..

Çaxa dem zîvirî û

Bû payiz,

Ba leyist fîze.. fîz

Hingê ji nû,

Ji wî sinbilê genim sor

Lib pekiyan;

Yeko.. yeko

Dor bi dor û

Tev di wê axbeyarê de

Belavbûn,

Tovekî nû

Di xakê de

Hat werbûn..

Ji wê libê, ji wî sinbilî

100 libî zîl dan, pişkivîn û

Bûn sinbilîn genim sor..

Dema ku bayê nû hat

Ew sinbilên nû

Bi wî bayî re

Xilîyan û tevan bi hev re gotin:

Cegerxwîn.. Cegerxwîn..

 

Û evin navên her 10 dîwanên Seydayê Cegerxwîn û kesên ku pêşgotin ji wan re nivîsandine:

1 - Pirîsk û Pêt 1945 – Şam. Bi pêşgotina Mîr Celadet Bedirxan û Qedrî Can.

2 - Sewra Azadî 1954 – Şam. Bi pêşgotina Osman Sebrî, 212 R

3 - Kîme Ez ?, 1973 – Beyrût. Bi pêşgotina Hemîdê Derwêş, 318 R

4 - Ronak, 1980 – Swêd. Bi pêşgotina Kemal Burkay, 208 R

5 - Zend - Avesta, 1981 –Swêd.Bi pêşgotina Qenatê Kurdo,178 R

6 - Şefeq, 1982 – Swêd. Bi pêşgotina Casimê Celîl, 180 R

7 - Hêvî, 1983 – Swêd. Bi pêşgotina Ordîxanê Celîl, 186R

8 - Aşitî, 1985 – Swêd. Bi pêşgotina Tîmûrê Xelîl Mûradov, 173 R

9 - Şerefnameya Mewzûn, pêşgotina Dilawer Zengî 1997, Bêrûtê.

10 - Xweşxwan/ 1927: Bi pêşgotina Derbas Mustefa Duhokê 2016.

 

Qamişlo, 22.10.2020

 

ez-u-kesraye-cegerxwin.PNG

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar