Qamişlo: Asayîşa PYD Serokê ENKS Brahîm Biro girt

Qamişlo: Asayîşa PYD Serokê ENKS Brahîm Biro girt

Îbrahîm Biro ligel Sileyman Oso li nêzîkî şaredariya bajarê Qamişlo hatine girtin û ew ji bo cihekê nediyar hatine veguhestin.

A+A-

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li Qamişlo ji aliyê hêzên asayişa PYD ve hat girtin.

Endamê Partiya Yekîtiya Kurd Dilşad Gedo ji Rûdawê re ragihandiye ku Îbrahîm Biro ligel Sileyman Oso li nêzîkî şaredariya bajarê Qamişlo hatine girtin û ew ji bo cihekê nediyar hatine veguhestin.

Ji bo şermezarkirina girtina Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê endamên Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê (PYK) xwepêşandanek li pêş nivîsgeha xwe li bajarê Qamişlo lidar xist. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin