Qadirî li Pirsûsê civîyan

Qadirî li Pirsûsê civîyan

Li Bakûrê Kurdistanê 5 hezar endamên terîqata Qadirî bi wesîleya cejna Qurbanê li navçeya Pirsûsê (Suruc) turbeya Şeyh Salih-î Koşanî zîyaret kirin.

A+A-

Li Bakûrê Kurdistanê 5 hezar endamên terîqata Qadirî bi wesîleya cejna Qurbanê li navçeya Pirsûsê (Suruc) turbeya Şeyh Salih-î Koşanî zîyaret kirin.

Endamên terîqatê, ji alîyê şêxê terîqata Qadirî û Serokê Weqfa Piştgirîya Civakî û Perwerdeyî Seyyid Şeyh Mihemmed Uçar ve li ber turbeyê hatin pêşewazîkirin.Di pêşewazîyê de îlahî hatin xwendin û dua hatin kirin.

Piştî xwarina êvarê û vexarîna şerbeta ku ji alîyê Şêx Uçar ve hat hazirkirin; bi kurdî, tirkî û erebî zikr û îbadet hatin edakirin.

Di axaftina xwe de Şeyh Uçar got; Salê du caran di cejna Remezan û Qurbanê de mensubê Ocaxa Kosanê ya tarîqatê bi hezaran kes bi jin û mêr tên Pirûsê û li ber turbeya bavê min dua û zikirê xwe dikin; pirsên xwe dibêjin û em jî hewil didin pirsên wan çareser bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin