Qadir Ezîz, li gel hemû endam û rêxistinên xwe tev li nav refên YNKê bû

Qadir Ezîz, li gel hemû endam û rêxistinên xwe tev li nav refên YNKê bû

Sekreterê Giştî yê Partiya Ayendeya Kurdistanê Qadir Ezîz, li gel hemû endam û rêxistinên xwe tev li nav refên YNKê bû

A+A-

Sekreterê Giştî yê Partiya Ayendeya Kurdistanê Qadir Ezîz, li gel hemû endam û rêxistinên xwe tev li nav refên YNKê bû

Desteya Serkirdetiya Partiya Ayendeya Kurdistanê li Silêmaniyê civîna xwe saz kir û biryar dan ku bi Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) re bibin yek.

Di14ê Tîrmehê de endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir li Silêmaniyê li gel Sekreterê Giştî yê Partiya Ayendeya Kurdistanê Qadir Ezîz re civiya bû.

Partiya Ayendeya Kurdistanê ku ji aliyê sekreterê giştî Qadir Ezîz vet ê birêvebirin, pêştir bi navê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê karê siyasî dikir.

Di dawiya sala 2009ê de ji ber nakokiyên navxwe partî bû du bask û doz çû ber dadgehê. Dadgehê biryar da ku navê “Zehmetkêşan” bide basê mûxalîfên Qadir Ezîz ku pêşengiya baskê din Belên Ebdullah û Seîd Xalid dikir.

Qadir Ezîz di sala 2012ê de Partiya Ayende ragihand. Ti parlamenterek ji vê partiyê di Parlamena Kurdistanê de nîne. Herwiha li hikûmetê de jî ne xwedan erk e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin