PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu

PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu

.

A+A-

PZK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û xwest zimanê kurdî bibe xwedî statu û bi awayekî aşkere di qanûnan de were naskirin.

Daxuyaniya Zimanê Kurdî (PZK) de wiha ye:

Ji Raya Giştî Re…


Îro Roja Zimanê Kurdî Ye!


Di 15 ê Meha Gulanê de di sala 1932 an de li Bajarê Şamê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe dest bi weşana Kovara Hewarê kirin. Ev kovara ku xwedî gelek nirxên hêja bû bi salan xizmetên gıranbûha ji doza gelê me re kirin. Em baş dizanin ku îro jî xebata ziman, edebîyat û kultura Kurdî li ser mîrata Hewarê pêşde diçe, dibişkive, geşdibe û berheman dide. Platforma Zimanê Kurdî xebata Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wîna bi rêzgirtin bibîr tîne.
Roja Zimanê Kurdî ku ji sala 2006 an û vir de tê pîroz kirin, Platforma Zimanê Kurdî di vê roja watedar de dixwaze bala gelê xwe bikşînê ser pirsa zimanê dayîkê. Zimanê dayîka me divê were parastin û bikaranîn. Dê û bav, xort û qîz, jin û mêr divê zimanê Kurdî bi hevdû re biparêzin. Em dizanin ku Zimanê Kurdî nasnama me hemûyan e, rûmeta me ye, hebûna me ye. Di pirsa zimanê Kurdî de divê em bi hişmendi tevger bikin. Ji ber wan sedeman divê miletê Kurd di her qada jîyanê de zimanê xwe bi baldarî, bi dildarî û bi hişmendî bikarbîne. Bi hemû hêza xwe xwedî li zimanê xwe derkeve. 


Platforma Zimanê Kurdî dixwaze careke din daxwazên xwe ji bona raya giştî dubare bike;  Di xebata siyasî de divê Kurd civînên xwe bi Kurdî bikin, di çalakiyan de bi Kurdî biaxivin, rewşenbirên me divê bi Kurdî binivîsînin, hunermendên me divê bi Kurdî xebatên xwe bikin, divê gelê me di dawet û şahîyan de bi Kurdî biaxivin. Bila TV, rojname û malpêrên Kurdan bi Kurdı weşanê xwe bikin. Di hemû tevgirêdanên olî de zimanê xwe bikarbînin, li mizgeftan, li şînan, li mewlûdan zimanê xwe bikarbînın. Li balafirgehan, li otogaran, di otobüs û minîbusan de, li sûk û qeyserîyan bi Kurdî biaxivin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û xwedî lê derkevin.


Hilbet, di Roja Zimanê Kurdî de Platforma Me hinek daxwazan jî bepirs û rayedarên dewletê jî dike; Em dengekî bilind ji wan daxwaz dikin: Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.

Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statü. Divê zimanê Kurdî eşkere di qanûnan de were naskirin û pejırandin. Bi vê armancê jî Platforma Me kampanyayeke îmzeyan destpê kiriye, di vê kampanyayê de daxwaza me ji gelê me ev e, him li ser online (internete) û him ji li ser kaxezê em îmzeyan berhev dikin. Hemû kes bîla li gora derfetên xwe beşdarî vê kampanyayê bibe…  


Zimanê Kurdi rûmeta hemû Kurdan e.


Ji ber vê yekê jî em dibêjin;  Bila Roja Zımanê Kurdî pîroz be! Bila ji Kurdan re her roja bibe roja Zimanê Kurdî!
 
PLATFORMA ZIMANÊ KURDΠ        

15 Gulanê 2021

 Dîyarbekir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin