PZK-BATMAN SERLÊDANA  ROJNAMEYA BATMAN BURADA YA BATMANÊ  KIR 

PZK-BATMAN SERLÊDANA  ROJNAMEYA BATMAN BURADA YA BATMANÊ  KIR 

.

A+A-

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê  ji pêkhateyên PZK-Batmanê  bi şandeke   10.11.2021 , demjimêr 14.00 an de ziyareta  Rojnameya "Batman Burada"   ya Batmanê kir. Heyet ji alî Edîtorê Rojnameyê Rêzdar Azad Baltacı û Vedat Aker   ve bi germahî hat pêşwazîkirin. Berdevka PZK- Batmanê Rêzdar Elif Kıvırcık,PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ; 

" Pêşî em we pîroz dikin ku rojnameya Batman Burada ku  du rupelê wê bi kurdîyê.Ev cihê şanazîyê ye ji bo me.

Ev sê salê ku ji alî Sîyasetmedar,dezgehên sivîl,revşenbîr,akademîsyen zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê,ava bu ye.PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana  PZK Navend de ,di nêz de ava bu.

Mebesta zîyareta me ku wek Rojnameya "Batman Burada" ,ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi û perwerdehîyê di rojeva we de bê.Her wuha hun pişgirîya kempanya ya îmzeyê bikin.Daxwaza me   di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe,bi tekilîyên xwe , di nav xebatên xwe de , çavderîya vî karî bibin.Di xebata Platforma Zimanê Kurdî (PZK) de bibinê şirîkê xebatek taybet .Em bawerin ku di vî karî de hunê karibin karekî pêşketî û girîng pêk bînin."

Edîtorê Rojnameya"Batman Burada" yê Rêzdar Azad Baltacı" ji bo vê zîyaretê sipasîya xwe kir û kêfxweşîya xwe anî ziman û got:

 "Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye  .Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be û em ê we bi şopînin.Em wek "Rojnameya Batman Burada" dîyar dikin ku em ne tenê pişgir  lê wek xwedîyê vî karî ,bi tekîlîyêk xurt em ê tevbigerin.Ji bo vî karî em we pîroz dikin."

Zîyaret  bi pêşnîyarên hêja ,bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.10.11.2021

PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)

Lînka  îmzê

https://chng.it/yKPTzJh5L7

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin