PYDê li ser berdana Salih Muslim daxuyanî da

PYDê li ser berdana Salih Muslim daxuyanî da

Berdevkê PYDê Siyanok Dîbo li ser berdana Muslim ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku ji berdanê gelek kêfxweş in.

A+A-

Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim li ser daxwaza dewleta Tirkiyeyê roja şemiyê li bajarê Pragê paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin û îro derketibû pêşberî dadgehê, Muslim ji aliyê dadgehê ve hat berdan.

Berdevkê PYDê Siyanok Dîbo li ser berdana Muslim ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku ji berdanê gelek kêfxweş in.

Li gorî zanyariyên berdest Salih Muslimê ku roja şemiyê li bajarê Pragê yê payetxta Çekyayê hatibû deteserkirin, îro derket pêşberî dadgehê. Danişîna Muslim di saet 13.00an de destpê kir û di 13.40an de bi dawî bû û Muslim hat berdan.

 

Serbestberdana Muslim ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî nerazîbûnê hat lê ji aliye PYDê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Şêwirmendê hevserokên PYDê û rêveberê PYDê Siyanok Dîbo li ser berdana Salih Muslim ji bo Sputnikê axivî. Dîbo diyar kir ku ew berdana Salih Muslim bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ev tişt gotin, "Kurd û Kurdistanî ji ber berdana Muslim gelekî kêfxweş bûn. Bi vê serbestberdanê hêzên tarî wenda kir, hêzên demokratîk yên cîhanê jî bi ser ket."

Dîbo destnîşan kir ku desteserkirina Salih Muslim ya li Pragê ne bi awayekî exlaqî ne jî bi qanûnî, ne rast bû û got, desteserkirina Muslim encama komployê bû. Dîbo anî ziman ku desteserkirina Muslim encama komploya Tirkiyeyê bû û derbirî ku bi berdana Muslim ew planên wan têkçûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin