PYD: Şam nikare Ereb û Kristîyanan ji me cûda bike

PYD: Şam nikare Ereb û Kristîyanan ji me cûda bike

Berpirsên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ragihand ku hikûmeta Sûrîyê dixwaze li Rojavayê Kurdistanê Ereb û Kristîyanan ji Kurdan cuda bike, lê ew dê nekarin wê yekê pêk bînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Ofîsa Ewlekarîya Niştîmanî ya Sûrîyê û Cîgirê Serokê Sûrîyê, Elî Memlûk di serdana xwe ji bo bajarê Qamişloyê de daxwaz ji eşîrên Erebî kiribû ku ciwanên xwe ji nav rêzên HSDê, herwiha Rêveberîya Xweser bikşîne.

Hevserokê partîya Yekîtîya Suryanî ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Sûrîyê dixwaze ku alozîyê di navbera pêkhatên Rojavayê Kurdistanê çêbike. PYDê jî dibêje, Ereb û Kristîyan bi hezaran şehîd di projeya Rêveberîya Xweser de dane, ji ber vê yekê ew di wê bawerîyê de ne ku dê planên hikûmeta Sûrîyê sernakevin.

Partîya Yekîtîya Suryanî ku partîya duyem e di Rêveberîya Xweser de, encûmena wê ya leşkerî jî di nav HSDê de cih digire û hêza wê ya bi navê Sutoro jî beşek ji hêza Asayişa Rêveberîya Xweser e, serdana Berpirsê Ofîsa Ewlekarîya Niştimanî ya Sûrîyê Elî Memlûk û hewldanên hikûmeta Sûrîyê weke gevekê ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên deverê de dibîne.

Hevserokê Partîya Yekîtîya Suryanî Senharîb Bersûm ji Rûdawê re got: “Li gor zanyarîyên me bihîstine, dixwazin di navbera pêkhateyên navçeyê de fitneyê derbixin. Zextê li eşîrên Ereban dikin ku zarokên xwe ji nav HSDê vekişînin. Ev gav jî baş in û ne mizgînîya xêrê ne ji bo aramîya navçeyê.”

PYD jî ku partîyeke sereke di nav Rêveberîya Xweser û HSDê de ye, piştrast e ku hewldanên hikûmeta Sûrîyê bi ser nakevin û serdanê Elî Memlûk aramca xwe bi cih naînê û dê HSD û Rêveberîya Xweser a Rojavayê Krudistanê li ser pîyê xwe û  hevgirtî bimînin.

Endamê Rêveberîya PYDê Ebdilkarîm Saroxan jî dibêje: “Ereb Kristîyan beşeke ji vê projê ne, an ne paşê hatine  tevlî me bûne. Me bi hev re peymaneke civakî nivîsandîye.  Lewma gelek zarokên xwe şehîd dane û bixwe jî xwedî li vê projeyê derdikevin. Di vî warî de ti metirsîyên me ji rejîmê nînin, çimkî ew ne bi destûra rejîmê hatine tevlî me bûne.”

Li gor daxuyanîyên HSDê, hejmara şervanên wan nêzîkî 100 hezar şervanî ye û li gor Pentagona Amerîkayê jî nêzîkî ji % 60 ji endamên hêzên HSDê ji erebên deverê ne. Hikûmeta Sûrîyê dixwaze wan bibe alîyê xwe û bi derxistina wan, HSDê lawaz bike û rengê neteweyî li ser HSDê bisepîne.

Hevserokê Encûman Damezrênir a Federalîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Mensûr Elselûm dibêje: “Ew kesên ku Elî Memlûk bi wan re civîyabûn nûnertîya hemû civaka Sûrîyê nakin û herwiha cihê şermê ye ku ew ji zarokên xwe bixwazin ji nav HSDê derbikevin. Çimkî cihê zarokên wan cihê qehremanîyê ye û bergerîya axa xwe dikin.”

Piştî ku hemû fişar û gefan bandor li ser hevgirtina HSDê nekirin, hikûmeta Sûrîyê niha hewl dide li ser meseleya nakokîyên mezhebî bixebite û wan li berjewendîya xwe bi kar bîne, ku hikûmeta Sûrîyê di bikaranîna vê kaxezê de hunermend û şehreza ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin