Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PYD, li Rojavayê Kurdistan çi daye ber xwe-2

A+A-

Mirovatî û medenîtî, erdemên wilo ne ku jê re divê bingeha azadîya fikrî hebe. Mejî divê kar bike û biafirîne. Li cîhê ku mejû ne azad be, ramanên azad, kirinên azad jî dernakevin. Mejû dikeve bin bandora serdesdaran û raman jî dikeve bin xizmeta desthilatdaran. Dîktatorên piçûk, wek xizmetkarên dîktatorên mezin, hewl didin xwe ku ramanê têxe bin bandora sîstema xwe û nehêle ku dengekî cûda derkeve. Ji ber ku derketina dengekî cûda eşkerekina rûhê polpotî bi xwe ye. Ji bona ku ev rûh şilfî tazî dernekeve mazatê her kar wê bêt kirin. Girtin, kujtin, revandin û zîndan kirin.

Yên bi helwesta ku "mejûyan têxin bin bandora xwe û îdare bikin", wek polpotan derkevin pêşberî girsê û girse jî ku wan û "xwedantî"ya wan "pîroz" bike; êdî cîhê peyvê û afirandina ramanên azad li vir namîne. Her tiş dikeve bin têna çekan û paşûpê dimeşe. Çek rê dide civatê û bi işareta devê tivingê civat dimeşe. Yên ku xizmetê nedin vê malwêranîyê û kirinên wan ne pejirînin, dibin „xaîn" û bi sûcên herî mezin tên tometbar kirin ku kesekî din wê wêrektîyê ji xwe re neke karesat!

Netewên bindest û kole-bêdewlet; birçîyên azadîyê ne. Ji ber ku bi salan şerê azadîyê dikin ku bidest xînin û civata xwe jî wek netewên din têxin nav wê ramana hêja, li ber xwe didin. Lê dema ku serkêşîya civatê têkeve destê dijraberên ramana azad; ji dêlva azadîyê jiyanek azab derdikeve pêşberî civatê ku civat „şukra" xwe bi koledarên berê bîne. Her tişt xerab dimeşe û netew xwezîya xwe bi berê tîne(!) Her paşûpê dimeşe. Hêvî dijkê û li dewsa fikrên azad "bijî bijî" dibe rengê siyasetê. Her kes ji hev ditirse û cîhê ku tirs lê bibe serdest, wêde di qada azadîyê de wenda kirîye. Di virde cîh ji raman û rêxistina azad re namîne. Ji ber ku "koletî" bi nav, bûye "azadî" û "azadî" jî wek koletîyê têt binav kirin. Başî dibe "xerabî" û "xerabî" dibe başî!Her tişt cîh diguhere.

Wek ku em dizanin Başûrê Rojavayê Kurdistan; bi "şerrê navxwe" yê di Sûrîyê ve hêvîyek derket ber û diva bû vê hêvîyê ji bona çareserkirina pirsgirêkên xwe bikar bînin. Di nava hêz, rêxistin û partîyên kurdan de, dan stendin destpê kir. Lê piştî demekê, hêzek bi navê PYD çek girt destê xwe û bi zora çekan xwest ku herkesî mecbûrî bin desthilatdarîya xwe bike. Yên qebûl nekirin, hatin girtin, hatin kujtin û beşek ji wan jî welatê xwe terikandin. Hinek ji wan jî derbasî Başûrê Kurdistan bûn. Nifûsa Başûrê Rojavayê Kurdistan nêzî 2.5 milîyonan bû. Îro di vî beşê Kurdistan de miliyonek Kurd nemaye. Li derdora 400 hezarî derbasî Başûrê Kurdistan, Beşek derbasî Libnan û Ewrûpa, beşek jî derbasî Bakurê Kurdistan û tirkîye bûn.

Yên ku ji ber siyaseta PYD cîh û warên xwe terk kirin;  PYD dest danî ser mal, milk û hêjayîyên wan, ew neçarî mahacirîyê kirin. Yên ku li ser xaka xwe man, beşek ji wan teslîmî siyaset û zordarîya PYD nebûn û xwestin ku kar û barên xwe yên siyasî bidomînin. Helbet ev biryar jî ne hêsan bû. PYD zorî da wan, terorîze dikir, digirt, dikujt û di nîvê şevê de êrîş dibir ser mal û ofîsên wan, digirt û bi zorê ew davêtin dervê sînoran. Lewhên partîyên wan dadixistin û davêtin. Ofîsên partîyan digirtin.

Ji Efrîn heta Dêrika Hemo bi sedan mînak hene li ser van kirinên PYD. Helbet ji bona doza netewekî bindest û neçar ev karesat yek bi yek dilê her Kurdekî dilsoz diêşîne. Divê tekoşîna rizgarîya netewî de hevkarî û hevparî ya rêk û pêka têkoşînê li ser esasên netewî û berjewendîyên niştimanî bimeşe. Divê civat li ser van esasan bêt rêk û pêk kirin.

Lê Li Başûrê Rojavayê Kurdistan, PYD rê li ber her kesî girt û serdestîya xwe îlan kir. Nehişt ku ji dervê wan kesek, rêxistinek, partîyek karên rêxistinî bimeşîne û netewa xwe, welatê xwe biparêze. Bi rengekî ku „ya hûnê serdestîya min qebûl bikin û di bin emrê min kevin, yan jî welat terk bikin!"

Ev jî bû sebebê ku netew ji hev perçe bibe û bingeha şerê „birakujî" şûnde ti çareserî nemîne.

Piştî girtin û dervesînorkirina Serokê ENKSê û piştî du rojan bipaşde vegerandina cenazeyên 3 cangorîyên tevgera muhalefeta Başûrê Rojavayê Kurdistan, îro asayîşa PYD bi çekan çalakvanên ku xwedî li cangorîyên xwe derdikevin gulebaran kir. Behsa birîndar û girtîyan tên kirin. Li hemû bajarên Başûrê Rojavayê Kurdistan çalakîyên medenî lidarin. Bi êrîşên asayîşa PYD re Ala Kurdistan î pîroz binpê kirin.

Ev kirin yek bi yek pêjna kevneşopîyek polpotî ye. Nabe li welatekî wek Kurdistan, ev dîktatorîya „yek partî, yek îdeolojî û yek serokî" encam bide û bibe desthilatdar. Ev tê wateya wundakirina Başûrê Rojavayê Kurdistan.

Ev demeke ez bi  van ramanan, PYD û asayîşa wê rexne dikim û dibêjim nabe ku  hûn mîna dijminên kurdan zilm û zordarîyê li Kurdan bikin. Kurd netewek belengaze û doza mafê Kurd û Kurdistan dozek rewa ye. Ti mafê ti kesî, ti partî û sazîyê tuneye ku di welatê xwe de zilmê li yên ne ji xwe bikin û karesata mafê jiyana şexsi, netewî, civakî têxin bin bandora zilm û zordarîya xwe.

Meşrûîyeta kirinên ti hêz û serkirdeyan tuneye ku bi zora çekan, li henber muhalefeta xwe zordarîyê, polpotîyê bike û li henber beşek ji gel çekê bikar bîne. Ev ne karesatek demokratîye û civatê ber bi hilweşandinê ve dibe.

16.08.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin