PYD jî ENKS jî peşniyara zagonê ya Emerîkayê erênî dibînin

PYD jî ENKS jî peşniyara zagonê ya Emerîkayê erênî dibînin

Peşniyara Emerîkayê ku heftiya borî li Cinêvê,ji aliyê Nûnerê Taybet ê Sûrî yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura ve hatibû pêşkêşkirin û ji 12 xalan pêk dihat ku tê de pêşniyara Sûriyêke Federatîf dikir, ji aliyê kurdan ve hat nirxandin.

A+A-

Li ser peşniyara bi 12 xalan a Staffan de Mistura ku heftiya borî di civîna Cinêvê de pêşkêş kiribû, Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa got; ew van 12 xalên ku Emerîkayê bo makezagona Sûriyê peşniyar kiriye, bi erênî dinêrin. Mistefa wisa domand:

"Ji ku tê bila bê, bo sekinandina şerî, biryarên siyasî ji ku were, em piştgiriyê didin. Me dît ku bi şerî, bi kuştinê pirsgirêk çareser nabin. Civînên ku heta niha pêk hatin, bi ser neketin, li Cinêvê, li Astanayê..Ji ber ku kurd beşdar nebûbûn.

Em weke civaka kurd, beşeke girîng a Sûriyê ne. Kîjan civîn be bila bibe, ku em beşdar nebin, dê bi ser nekeve. Ji ber vê, di belgeya ku Emerîkayê pêşniyar kiriye de, hin kêmasî hene bes da ku behsa kurdan hatiye kirin, em erênî dibînin. Armanca me damezirandina pergaleke nenavendî li Sûriyê ye. Bila pirdengî be, demokratîk be, navê wê çi be ne girîng e. Jixwe êdî ne pêkan e Sûrî, bi pergaleke navendî were birêvebirin û Sûriyeke Nenavendî daxwaza hemû xelkê Sûriyê ye. Em jî ji vê pergaleke nenavendî re dibêjin erê."

Li ser hevdîtina digel Rejîmê jî, Mistefa got, hevdîtin berdewam dikin lê hêj negîhiştine encamekê.

Li ser vê mijarê nirxandineke din ji ENKSê hat. Nûnerê Tirkiyeyê yê ENKS Abdilbasit Hemo got pêşniyara bi 12 xalan ku Emerîkayê pêşkêş kiriye û pêşniyara ENKSê bo Sûriyê ku federasyonê dihewîne, heman pêşniyar in. Hemo got heke ev pêşniyarên Emerîkayê bêne qebûlkirin, bo Sûriyê dê pir baş bibe. Lewre ev 12 xal, pêşniyara ENKSê ya ku federasyona ku me wek ENKSê pêşniyar kiribû dihewînin. Bi pêşniyarên Emerîkayê erkên Esedî jî sînordar dibin daxwzên azadiyê yên mirovan derdikevin pêş.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin