PYD erebên Iraqê li Girkê Legê bicih dike

PYD erebên Iraqê li Girkê Legê bicih dike

PYD erebên Iraqê li Girkê Legê bicih dike

A+A-

 

Malpera Rojava News li ser zarê çend çalakvanên bajarokê Girkê Legê ku girêdayî Dêrika Hamko ye vedguheze ku, di dema dawî de rêjaya erebên Iragî li vî bajarokî ji rêjaya kurdan behtir bûye.


Erebên Iraqê weke penaber tên herêmê û pêwîste, mîna hemû welatên cîhanê, di kampên taybet bi penaberan de bêne bicih kirin, lê rêveberiya PYD wan di nava bajarokê de bicih dike.

Çalakvan, van kiryarên rêveberiya xweser, mîna gefekê li ser ewlekariya Girkê Lêgê û hemû Kurdistana Rojava, û weke hewldanekê jibo guhertina demografiya vê herêma ku bi tundî li dijî rêbazên alîgiriên Abdullah Ocelan radiweste, dinirxînin.

(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin