PYD dixwaze ENKSê bêyî merc dest bi danûstandinan bike

PYD dixwaze ENKSê bêyî merc dest bi danûstandinan bike

Şêwirmendê PYDê Ebdulkerîm Saroxan dibêje, hewlên nêzîkbûnê berdewam in û divê ENKSê mercên xwe daneyne. ENKSê jî dibêje, ew li gel banga Kobanî ne, û ew hêvî dikin ku berjewendîyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê werin parastin.

A+A-

Vîvîyan Fettah

Tevî ku Rojavayê Kurdistanê rastî kirîzeke leşkerî û mirovî hatîye, lê hîn jî alîyên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev nebûne.

Şêwirmendê PYDê Ebdulkerîm Saroxan dibêje, hewlên nêzîkbûnê berdewam in û divê ENKSê mercên xwe daneyne.

ENKSê jî dibêje, ew li gel banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ne, û ew hêvî dikin ku berjewendîyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê werin parastin.

Tevî ku krîza Sûrîyê ber bi qonaxa nivîsandina destûrê ve çû , lê hesab ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê nehat kirin û heya niha mafê xwe weke pêwîst wernegirtine.

Li Rojava di sîyaseta navxwe de jî, ji ber nakokîyên herdû alîyên sereke, şandeke hevbeş a Kurdî tune ye da ku nûnertîya Kurdan bike. Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) daxwaz ji ENKSê dike, bêyî şert û merc danûstandinan bike.

Şêwirmendê PYDê Ebdûlkerîm Sarûxan, dibêje, “Danustandin çê dibin, hêvîyên me hene di çend rojên bê de tiştek baş çê bibe, dengê cûda yên ENKS ên şertan, zehmet e, yekîtî bêyî merc çê dibe."

Di heyama êrîşa dawî ya Tirkîyê de, Fermandarîya HSDê daxwaz ji tevgera Kurdî kir xwedî yek helwest bin û bi vê armancê bi hejmarek ji partîyan re civîya.

ENKS di civîna xwe ya bi Fermandarê Giştî yê HSDê re, heman mijar gotûbêj kir lê ti rêkevtin encam nedan.

Endama Serkirdayetîya ENKSê Fesla Yûsif jî dîyar dike, “Em wek ENKS bi erênî li vê gavê dinerin, gaveke baş e, eger bi rastî di rojên bê de têvin xizmeta gelê xwe de, lêvegerekê çê bikin, têxin xizmeta gelê xwe de.”

Ev jî di demekê de ye ku berdana zindanîyên sîyasî, yek ji mercên sereke yên ENKSê ne.

Tevî ku Rêveberîya Xweser çend caran amadebûna xwe derbarê yekrîzîya navmala Kurdî nîşan daye, lê heya niha jî girtîyên ENKSê di zindanan de hene.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin