PYD 2 zarok jibo leşkeriya xwe ya neçar revandin

PYD 2 zarok jibo leşkeriya xwe ya neçar revandin

Hêzên bi ser PYD ve, li Serê Kaniyê ya Kurdistana Sûriyê 2 keçên 17 salî revandin jibo ku wan bibin leşkeriya xwe ya neçar.

A+A-

Hêzên bi ser PYD ve, li Serê Kaniyê ya Kurdistana Sûriyê 2 keçên 17 salî revandin jibo ku wan bibin leşkeriya xwe ya neçar.

Hindrîn Walî û Felek Nûrî ji roja 20 vê mihê ve winda bûn, lê piştre diyar bû ku herdû keçên jêr 18 salî li kampeka YPJ (Hêzên Parastina Jinê) meşq dibin jibo ku bêne şandin eniyên şer.

Li gor yasayên navneteweyî her kesekî temenî wî jêr 18 salan be zarok tê jimartin.

Rêxistinên mafên mirovan gelek caran rêveberiya bi ser PYD ve bi bikaranîna zarokan di çalakiyên xwe yên leşkerî de tawan kiriye.

Hindrîn walî keça Mehmûd Walî ye. Navbûrî endamê komîteya herêmî ya ENKS bû û di 20.9.2012 li Serê Kaniyê ji aliyê hinek kesên nenas ve hate kuştin.

Rêveberiya  PYD li Rojavayê Kurdistanê di destpêka sala 2014 an de, bi piştavaniya rejîma Esed û Iranê hate damezreandin. Heta niha ev reveberiya de facto ji aliyê tu hêzeka herêmî yan navneteweyî nehatiya naskirin. 
(E.B)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin