Pûtîn:DAIŞ hatiye têkbirin lê...

Pûtîn:DAIŞ hatiye têkbirin lê...

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxuyand ku li Sûriyeyê DAIŞ hat têkbirin. Pûtîn da zanîn ku DAIŞ hê jî xwedî potansiyelek hêzek rêxistînî ye, pir zû taktîkan diguherîne

A+A-

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Konferansa Ewlehiya Navneteweyî a Moskowayê de axivî: "Îsal di rojeva me de ji bo civaka navneteweyî mijarek girîng heye. Piştî têkbirina DAIŞê xebatên bo perspetktîfa pêşdebirina Rojhilata Navîn e."

Pûtinê ku ji bo hevdîtinên sêalî duh hat Tirkiyeyê di Konferansa Ewlehiya Navneteweyî a Moskowayê de peyamên girîng dan.

Peyama Pûtîn Sekreterê Konseya Ewlehiya Rûsyayê Nikolay Patruşev xwend. Bi vî awayî Pûtîn got: "Îsal di rojeva me de ji bo civaka navneteweyî mijarek girîng heye. Piştî têkbirina DAIŞê xebatên bo perspetktîfa pêşdebirina Rojhilata Navîn e."

Pûtîn di peyama xwe de destnîşan kir ku DAIŞ hê jî xwedî potansiyelek hêzek rêxistînî ye. Pir zû taktîkan diguherîne û li gellek deverên cîhanê êrîşan dikare pêk bîne, rêxistinên terorê yên din jî bê gûman xetere ne.

 

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin