Pûtîn: Welatê êrîşî me kir ne Tirkiye ye!

Pûtîn: Welatê êrîşî me kir ne Tirkiye ye!

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got 'Em dizanin bê kîjan dewlet li paş êrîşên li ser baregehên me yên li Tertûs û Hmeymîmê ne û Ew ne Tirkiye ye."

A+A-

Pûtîn destnîşan kir ku bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re bi telefonê axiviye û got: "Tu girêdanê leşkerên Tirkiyê û birêveberiya Tirkiyê bi êrîşên li ser baregehên Rûsyayê yên li Sûriyê re nîne."

Pûtîn aşkere kir ku êrîşa li ser baregeha Hmeymîmê ya ku bi navgînên hewayî yên bê mirov (NHB) hatibû pêkanîn, ji bo xerakirina têkiliyên di navbera partneran de ye u Tirkiye jî di nav wan de ye. Pûtîn balkêşand ser ku NHB ji bo ku werin nîşandan ku bi destan hatine çêkirin, hatine kamûfle kirin.

Pûtîn herweha da zanîn ku, êrîşên li ser baregehên Tertûs û Hmeymîmê bi titîziyeke mezin hatine plan kirin.

Pûtîn destnîşan kir ku ew dizanin bê kîjan dewletan ev provakasyonên hanê sazûmankirine û weha pê de çû: "Em dizanin bê wan ji bo vê provakasyonê çi qasî pere jî dane."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin