Putîn weha pêşwazî li Erdoganî kir

Putîn weha pêşwazî li Erdoganî kir

Hevdîtina serokkomarê tirk Erdogan û serokê Rûsyayê Putîn li St.Petersburgê pêk hat. Ji hevdîtinê biryara qenckirina têkiliyan derket.

A+A-

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û serokkomarê Tirkiyeyê R.Tayîp Erdogan li St.Petersburgê hatin cem hev. Hevdîtina piştî lawazbûna têkiliyên herdu welatan ku ji sebebê xistina balafireke şer ya rûs, rûdabû, li ser daxwaza serokkomarê tirk Erdoganî û piştî hewldanên dûr û dirêj doh li St.Petersburgê pêk hat.

Piştî hevdîtina taybet ya di navbera herdu serokan de hate ragihandin ku herdu welatan biryara qenckirina têkiliyên siyasî, bazirganî û aborî wergirtine û ew dê hewl bidin ku di demeke nedirêj de têkilî dîsa weke berê xurt bibin.

Çavdêrên hevdîtin şopandin berbiçav dikin ku di hevdîtinê de li gel pirsên aborî yên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, pirsa Sûriyeyê jî hatiye rojevê.

Ji bo agahiyên berfirehdtir:
http://www.rupelanu.com/serdana-erdogan-a-st-peterburge-417h.htm

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin