Putin û Esad li Soçiyê civiyan

Putin û Esad li Soçiyê civiyan

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Sûriyê Beşar Esad re li Soçiyê hevdîtinek pêk anî.

A+A-

Li gor Sputnikê; Peskov got, "Îro li Soçiyê di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad de hevdîtinek pêk hat."

Esad ji bo kar û xebatan serdana Soçiyê kir. Serokên herdu welatan di meha Mijdara sala borî de jî li Soçiyê civiyabûn.

Peskov diyar kir ku serokên herdu welatan rewşa dawî ya têkoşîna dijî terorê nirxandine û daxuyaniya Pûtîn a di hevdîtinê de wiha veguhest: "Terorîstan li deverên girîng ên Sûriyeyê çek danîn. Vê yekê rêya ji nû ve avakirina Sûriyeyê, dûrxistina terorîstan ji Şamê û bidawîkirina çalakiyên wan vekir."

Her wiha hate ragihandin di vê civînê de Pûtîn got, "Di çarçoveya derbasbûna pêvajoya polîtîk de, em difikirin ku divê hêzên çekdar ên biyanî ji nav erda Sûriyeyê werin derxistin."

Serokê rûsî got, "Halêhazir piştî serkeftinên leşkerî, helbet şert û mercên din bo destpêkirina proseyeke nû ya siyasî çêbûn."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin