Putin: Têkiliya me bi kurdan re wê pêş bikeve!

Putin: Têkiliya me bi kurdan re wê pêş bikeve!

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna çapamenî ya salane de behsa rêkeftina Rosneftê û referandûma Kurdistanê kir û got, referandûm biryara wan bû û têkiliya me bi kurdan re dîrokî ye û wê were pêşxistin.

A+A-

Pûtînî got ku xebata Rosneftê li Kurdistana Iraqê, ji bo herdû aliyan baş e.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, di civîna çapemeniyê ya salane de dei derbarê têkiliya wan bi kurdan re wiha axiv :

"Lidarxistina referandûma Herêma Kurdistanê biryara birêvebirîya wê bû û ji rêzgirtina encamên dadgeha federal jî biryara wan bû. Ma em çi dikarin bikin. Rosneft li Kurdistanê xebata xwe berdewam dike û wê bike. Têkilîyên me bi kurdan re têkilîyên dîrokî ên baş in wê bêne pêşxistin. Divê birêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo siberoja xwe di çarçoveya qanûnan de tevbigere û rêzê li yekîtiya axa Iraqê re bigire."

"TÊKILIYÊN ME BI KURDAN RE DÎROKÎ NE"

Pûtînî axiftina xwe wiha dewam kir: "Têkiliyên me ji aliyê tradasyonal ve û ji aliyê dîrokî ve bi kurdan re gelekî baş in. Ji aliyekî ve ez aloziya kêşeyê fêm dikim. Lê ez wiha bawer dikim ku ti asteng tine ne ku em têkiliyên xwe bi gelê kurd re baş bikin. Em ê têkiliyên xwe bi pêş de bixin."

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin