Pûtîn: Rûbirûbûneke artêşa me û NATOyê dê karesatê bi xwe re bîne

Pûtîn: Rûbirûbûneke artêşa me û NATOyê dê karesatê bi xwe re bîne

.

A+A-

Serokê Rûsyayê dibêje ku Almanyayê "şaşitî" kir ku alîgiriya NATOya kir, her wiha rexne li welatên Ewropî girt ji ber rawestandina projeya xeta gazê ya Nord Stream 2 ya ku piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê hatibû rawestandin. Pûtîn diyar kir ku di şerê bi Ukraynayê re de, rûbirûbûneke di navbera artêşa Rûsyayê û NATOyê de dê karesatê bi xwe re bîne.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Înê 14ê Cotmeha 2022an li Astanayê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku biryara rawestandina Nord Stream 2, biryareke Almanyayê bû. Pûtîn destnîşan kir ku Berlînê ji ber xatirê NATO û Ewropayê bi paşguhkirina berjewendiyên neteweyî yên Almanyayê xeletiyek kir.

Pûtîn li ser rawestandina Nord Stream 2 got, “Welatî, bazirgan û aboriya Almanyayê dê berdêla vê xeletiyê bidin ji ber ku encamên aborî yên neyînî ji bo tevahiya herêma Euroyê peyda kir.”

Pûtîn bawer dike ku Rûsya bi êrîşa li ser Ukraynayê "her tiştî bi awayekî rast û dirûsy dike".

Pûtîn li ser NATOyê çi dibêje?

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku rûbirûbûneke rasterast a di navbera hêzên NATO û leşkerên Rûsyayê de dê bibe "karesateke cîhanî".

Pûtîn got ku ew ji êrîşa welatê xwe ya li ser Ukraynayê ne poşman e û hişyarî da ku korîdorên însanî yên ku ji bo veguhestina dexlûdana Ukraynayê hatine vekirin, heger were dîtin ku ji bo "çalakiyên terorîstî" têne bikar anîn dê werin girtin.

Tirkiye û NATO di meha Tîrmehê de di navbera Kyiv û Moskowê de ji bo hinardekirina dexlûdana Ukraynayê ji bo bazarên cîhanê navbeynkarî kirin.

Di destpêka vê mehê de, Pira Kerçê ya ku Rûsya bi Kirimê ve girê dide, bû armanca teqînekê ku Rûsya dixe stûyê Ukraynayê.

Tevî ku welatî û rayedarên Ukraynayê kêfxweşiya xwe li hember teqînê diyar kirin jî lê Ukraynayê bi fermî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe. Rûsya dibêje îstixbarata Ukraynayê ev kar kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin