Putin piştevaniya Artêşa Macron dike

Putin piştevaniya Artêşa Macron dike

.

A+A-

Piştî ku serokê Frensa Emmanuel Macron daxwaza pêkanîna artêşeke Ewropî kir, ji bo parastina Ewropa ji gefên Rûsya, Çîn û Amerîka bike û piştî ku serokê Amerîka Donald Trump dijayetiya xwe ji wê daxwazê da xuyakirin, serokê Rûsya Vladimir Putin piştevaniya xwe ji daxwaza Macron re daxuyakirin.

 

Putin di daxuyaniyekê de ji kenala RT a Rûsî re got: Ewropa yekîtiyeke abûrî bihêz e, ew jî tiştekî siruştî ye heger bixwaze di warê bergirî û ewlehiyê de, xwediya serwerî û serxwebûna xwe be.

Putin pêkanîna supayeke Ewropî bi karekî erênî da zanîn û got: Hebûna gellek cemseran, cîhanê bihêz dike.

Di karvedana xwe de, li dijî daxwaza Macron, Serokê Amerîka gotibû: Daxwaza Macron ji bo pêkanîna artêşeke Ewropî sivkatiyeke mezin e Ewropa berî ku artêşekê taybet ji xwe re pêk bîne, divê pişka xwe ji pereyên NATOyê pêşkêş bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin