Putîn hate Stenbolê

Putîn hate Stenbolê

Îro Duşemê li Stenbolê bi beşdarbûna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn merasîmek hate sazkirin.

A+A-

Merasîm îro saet 14:00ê piştî nîvro bi helkefta temambûna wî beşê boriya gaza xwezayî ya TurkStream destpê kir ku dikeve nav deryayê.

 

Projeya TurkStream ku armanc gihandina gaza xwezayî ya Rûsyayê ye bo Ewropayê di ser Tirkiyê re, ji du hêlan pêk tê ku di nav Deryaya Reş de tê rakêşandin û her yek dikare 15.75 milyar metresêca gaza xwezayî veguhêze û dirêjahiya wê jî 930 kîlometre ye. Xeta yekem gaza xwezayî bo Tirkiyê û ya duyem jî bo Ewropayê vediguhêze.

 

Her îro saet 15:30 li Koşka Mabeyn a Stenbolê Erdogan û Putin civiyan û peywendiyên navbera herdu welatan û geşedanên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin