Pûtîn: Em dê hevkariyê bi Tirkiyê re di rûbirûna terorê de bihêztir bikin

Pûtîn: Em dê hevkariyê bi Tirkiyê re di rûbirûna terorê de bihêztir bikin

Pûtîn teqîna roja şemiyê li Qeyseriyê bi rewşa herêmê ve, û bi taybet bi rûdanên xwînawî ku li Iraq û Sûriyê diqewimin ve girêdaye

A+A-

Rojanameya Daily Sabah ku nêzîkî partiya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar li Tirkiyê (AKP) ye, ragihand ku serokê Rûsiyayê Vladîmîr Pûtîn, demeka kurt piştî teqîna Qeyseriyê, peywendî li gel serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye û li gel pêşkêşkirina behiyên xwe jibo qurbaniyên teqînê, amadabûna welatê xwe jibo bihêzkirina hevakriyê bi Tirkiyê re di warê rûbirûna terorê de derbiriye.

Li gor rojnameya ku bi zimanê Inglîzî derdiçe, Pûtîn teqîna roja şemiyê li Qeyseriyê bi rewşa herêmê ve, û bi taybet bi rûdanên xwînawî ku li Iraq û Sûriyê diqewimin ve girêdaye:

"çalakiyên terorîstî li Tirkiyê nayêne cudakirin ji (rûdanên) ku li herêmê diqewimin, bi taybet ji wan ên ku Sûriye û Iraqê dibin." Pûtîn di peywenidiya xwe li gel serokê Tirkiyê de, tekezkiriye.

Hêjayî gotinê ye ku rêxitina Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ku bi ser PKK ve ye berbirsiyariya xwe di ber teqîna Qeyseriyê de diyarkir.

Li gor amarên berdest, di teqîna ku bi rêya otombîleka teqîner hate encamdan, herî kêm, 14 leşkerên tirk hatine kuştin û 55 din birîndarbûne, birînên hinekan ji wan giran in.(E.B)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin