PSK û PAKê ji bo hilbijartinên herêmî teklîfa tifaqê li HAKPARê kir

PSK û PAKê ji bo hilbijartinên herêmî teklîfa tifaqê li HAKPARê kir

PSK û PAKê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adara 2019an de dê li dar bikeve, teklîfa tifaqê li HAKPARê kir.

A+A-

PAK û PSKyê ji bo bi namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarî hilbijrtinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bibin, xebatek dan destpêkirin. Bi vê armancê PSK û PAKê di roja 11.11.2018an de li Amedê bi şîara“Di hilbijartinên herêmî de alternatifeke neteweyî û demokratik” Komxebatek li dar xist.

PAK û PSK niha jî ji bo bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin, di nav xebata pêkanîna platformên herêmî yên berfireh ku ji partiyên siyasî, dezgehên sivîl şexsiyetên welatperwer pêkhatî de ne.

Bi armanca pêkanîna tifaqeke berfireh, PAK û PSKyê bi nameyekê teklîfa tifaqa hilbijartinê li HAKPARê kir.

Nameye ku li ser navê Mesud Tek-Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) û Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji Serokatiya HAKPARê re hatiye şandin ev e:

 

‘’Ji bo Serokatiya Giştî ya HAK-PARê

 

Rêzdar Serokê Giştî,

Wek tê zanîn, di 31ê Adara sala 2019an da li Kurdistane û Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî têne lidarxistin. Ji ber rewşa hestiyar a ku millet û welatê me tê de derbas dibe, girîngiya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê hîn zêdetir dibe.

Rêvebiriyên herêmî herwiha ji bo ceribandina îdarekirina xwe bi xwe firsendeke baş e.

Ji bo ku em bikaribin ji vê firsendê li gorî berjewendiyên gelê xwe feydê werbigirin, weke PSK û PAKê me biryar daye ku bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bibin. Li ser vê biryarê jî, me weke gava ewil, di roja 11.11.2018an de li Amedê, Komxebatek bi şîara “Di hilbijartinên herêmî de alternatifeke neteweyî û demokratik” li dar xist.

Me ev biryara xwe ya namzedên serbixwe, di vê Komxebatê de bi hemû siyasetvan, rewşenbîr, nivîskar û karsazên beşdar ên ku me wan vexwendibû re parve kir.

Piraniya beşdarên Komxebatê, piştgirî dan vê pêşniyariya me ya ku em bi namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat beşdarî hilbijartinên herêmî bibin. Herwiha piraniya beşdaran pêşniyar kirin da ku li ser vê sîyaseta namzedên serbixwe, platformeke hilbijartinê ya berfireh bê avakirin.

Rêzdar Serokê Giştî,

Weke PAK û PSKyê, em dixwazin li gel hemû partî, dezgehên sivîl û kesayetên ku di siyaseta namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat de weke me difikirin re, platformên herêmî damezrînin û bi hev re xebatekê bimeşînin.

Bi vê mebestê, em dixwazin xebata namzedên serbixwe yên ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2019an li gel HAK-PARê bi hev re bimeşînin, em dixwazin HAK-PAR jî di vê xebatê de li gel me be.

Bi hêviya serkeftinê…

Mesud Tek-Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin