PSK û PAK li Xarpêtê serdana mexdurên erdhejê kir

PSK û PAK li Xarpêtê serdana mexdurên erdhejê kir

Heyeteka Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) îro li Xerpêtê serdana mexdurên erdhejê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Heyeteka Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ku ji Serokê Giştî Mesut Tek, Cîgirên Serokê Giştî Hasan Dağtekin, Zeki Ekinci, Bayram Bozyel, Ramazan Moray, endamên Meclisa Partîyê Haydar Firat, Vedat Dede û Resul Alınak û cîgirên Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Saîd Aydogmuş û Nurullah Tîmur pêkhatibû, roja 26.01.2020an da li Xerpêtê serdana mexdurên erdhejê kir.

Şanda PSK û PAKê di serdana xwe da xebatên ji bo derxistana kesên bin xirabeyan şopand, derbarê encamên karesata erdhejê ji mesulan agahî wergirt û çû şîna kesên ku di erdhejê da jîyana xwe ji dest dabûn û ji nasên wan re sersaxî xwest.

Heyeta PSK û PAKê ewil li Taxa Mustafapaşa’yê da xebatên bo derxistina kesên bin du xerabeyan temaşe kir û li vir derbarê encama kesin mirî û birîndaran agahî berhev kir. Dura heyeta PSK û PAKê di Taxa Sursuruyê de sê avahîyên xirabe bi çavên xwe dît û li ser bûyîn û encama erdhejê bi kesên wê de re peyîvî. Dawîyê Şanda PSK û PAKê li Mizgefta Mewlanayê çû şîna welatîyek ku di erdhejê da jîyana xwe ji dest dabû û serxweşîya xwe pêşkêşê xwedîyê tazîye kir.

Di vê gerê de Heyeta PSK û PAKê li Gezinê keyayê-muxtarê gund Turgut Eroğlu zîyaret kir û derheqê xesar û mirîyên vî gundî agahî wergirt û herweha serxweşîya xwe pêşkêşî wî kir.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin