PSK li Tirkiyê wek partiyek fermî hat qebûlkirin

PSK li Tirkiyê wek partiyek fermî hat qebûlkirin

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik bi peyamekê,Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek pîroz kir

A+A-

Îro (30.05.2016) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) belgeyên pêwîst ên bo daxwaza karkirina fermî ya xwe li Tirkiyê pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kir. Di dema serlêdana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de, polîs rê neda ku Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek li ber derê wezaretê daxuyanî bide.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi awayeke fermî daxwaza Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bo destpêkirina xebatên fermî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pejirand û belgenameyê teslîmê yek ji berpirsê partîyê Hesen Dagtekin kir.

Berê jî Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) bi serokatiya Mustafa Ozçelik û Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDKT) bi serokatiya Mehmet Emîn Kardeş ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê belgeya xebata fermî wergirtibûn, ku di navê her du partiyan de jî peyva Kurdistan heye.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik bi peyamekê,Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek pîroz kir; wî di peyame xwe de got; ”Ev gava we jî, wek damezrandina PDKT û PAKê, di rêya qebûlkirina fermî ya partîyên bi navê ‘Kurdistanê’ de gaveke girîng û bi qîmet e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin