PSK: Ji her demê pirtir bawer in, gelê me dê azad bibe

PSK: Ji her demê pirtir bawer in, gelê me dê azad bibe

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di daxuyaniyekê de ragihand, AK Parti di salên dawî de, ji hewla kudutayê 15 Tirmehê jî îstîfa kir û sîstemeke zordar ava kir. Deskevtiyên demokratîk yên berê ji holê rakir.

A+A-

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di daxuyaniyekê de ragihand, AK Parti di salên dawî de, ji hewla kudutayê 15 Tirmehê jî îstîfa kir û sîstemeke zordar ava kir. Deskevtiyên demokratîk yên berê ji holê rakir.
Meclîsa Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) di 13-14 Tîrmeha sala 2019an de cîviya û giftugo li ser hejmarek ji xalan kir. PSK daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û tê de hat, AK Parti di salên dawî da, ji hewla kudutayê 15 Tirmehê jî îstîfa kir û sîstemeke zordar ava kir. Deskevtiyên demokratîk yên berê ji holê rakir.
Herwiha PSKê diyar kir, sedema pêvajoya jêkbelavbûna AK Parti, siyaseta wî ya derheqa pirsa Kurd e. AK Parti jî dixwaze bi tundûtujiyê pirsa Kurd çareser bike.


Herwiha got: Bê guman siyaseta AK Parti bûye sedema qeyrana aboriyê. Qeyrana aboriyê, ku îro li Tirkiyê heye, bûye sedema hêjarî û di hemû beşên civatê da nigeraniyekê kûr.
Di daxuyaniyê de hat: Tirkiyê hewcedarê guhartina bingehîn e, ku tê da maf û azadiyên bingehin bêne parastin, nasnameyê Kurdan û pêkhatiyên din yên olî û netewî bêne pejirandin û mafên wan bêne zamin kirinê.
PSK banga hikumeta Tirkiyê dike, ku rêz li daxwaza netewî ya gelê Kurdistana Rojava bigre û li ser bingeha rêzgirtina hevudu ligel wan bide û bistine.


PSK carekî dinê radigihine, êrîşa Tirkiyê bo ser Kurdistana Başur bi baheneya PKK, dibe sedema bê istiqrariya Hikumeta Herêma Kurdistanê.
PSK her wiha careke dinê radigihine, êrîşên PKK bo Tirkiyê ji Kurdistan Başurê, zirarê dide gelê Kurdistana Başurê.
PSK di daxuyaniya xwe de dibêje: PSK gelek pê xweş e, li Kurdistana Başurê lihevhatina netewî û pêvajoya rêkûpek kirinê  ber bi pêş diçe.


PSK pirozbayî lî Neçîrvan Barzanî dike, ku bi tifaqa aliyên siyasî wekî Serokê Herêm hatiye hilbijartinê.
Bi gor bîr û baweriya PSK, li Kurdistana Başurê, damezrandina hikumeteka bingehfireh di bin serokatiya Mesrur Barzanî da, hêviya gel xurttir dike û ciyê xweşhaliyê ye.
Li dawiyê PSK maje bi wê dike, PSK bi rêz û îtîramê ve Dr. Qasimloyê nemîr, ku di masayê diyalog û giftugoyê da hatiye şehîd kirinê, yad dike.
 
S. B
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin