PSK: "Divê kurd firsenda dîrokî ji dest nedin"

PSK: "Divê kurd firsenda dîrokî ji dest nedin"

PSK: "Divê kurd firsenda dîrokî ji dest nedin"

A+A-

Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK di 18-19ê Hezîrana 2016an de li Amedê civîya û endamê Desteya Birêvebir a Navendî (DBN) destnîşankir û daxuyaniyek pêşkêşî raya giştî kir.

Di daxuyanîyê de diyar dike ku: "Li Rojhilata navîn tixûbên ku berjewendiyên dewletên emperyalist û hevkarên wan yên herêmî diparast û li dij vîna (îrade) gelen li herêmê dijîn hatibû xêzkirin her ku diçe bê wate dibe û statuya siyasî ku hatibû avakirin hildiweşe.   

Di serdemeke ku destnîşankirina tixûban ji nû ve tê rojevê, daxwazên statuyeke ku hebûna komên kêmnetewe û olî yên li herêmê û her cûre mafên wan dinase û piştevaniyeke xurt jî digire de; kurd û tevgera demokratîk û neteweyî ya Kurdistanê wek hêzekî girîng derdikeve holê û piştgiriya navneteweyî distîne.

Divê kurd vê firsenda dîrokî ji dest nedin. Tiştên ji bo vê yekê bê kirin jî pêşvexistina têkoşîna neteweyî û demokratîk e bi rê û rêbazên hemdem. Divê kurd nirxên gerdûnî wek demokrasî, beşdarî, rêzgirtina li himber mafên mirovan û serdestiya hiqûqê, qebûlkirina cudahiyan li dij derketine her cûre cihêkariyê di jiyana xwe de bi cih bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin