PSK: Divê Hişyar û Ji Tund û Tijiyê Dûr Bin

PSK: Divê Hişyar û Ji Tund û Tijiyê Dûr Bin

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK ji ber xwepêşandanên li hin deverên Herêma Kurdistanê hê jî didomin peyamek belav kir û daxwaza nermkirina rewşê kir û got nehêlin xêrnexwazên Kurdistanê destê xwe dirêjî kar û barên wan bike.

A+A-

Peyama PSKê li ser xwepêşandanan:

 

 

PSK: Divê Hişyar û Ji Tund û Tijiyê Dur Bin

 

Xwepeşandan li hinek bajer û bajerokên Kurdistana Başurê berdewam e.

 

Mixabin di van xwepêşandanan da hinek avahiyên dewletî û partiyên siyasî hatine şewitandin.

 

Bê guman xwepêşandan li dijî hinek pirsgirêkên çivakî, siyasî û aborî mafekî rewa ye.

Lê belê bi kar anina tund û tijiyê, ruxandin û şewitandina avahiyan ji aliyê xwepêşanderan ne tenê mafek nîne, her usa zirar dide daxwazên rewa.

 

Tund û tijiyê pirsgirêkan çareser nake, berovajiyê aloztir dike û dibe sedema vê yêkê, ku dewletên nehezên Kurd yên navçeyê destê xwe dirêjê kar û barên navxweyî bikin.

 

Tund û tijiyê her usa deskevtên netewî, yên ku berhema xwîna şehîdan û xebata bi salan e, dixe metirsiyê.

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK daxwaz ji xwepêşanderan dike aram û li serxwe bin, bi hişyarî tevbigerin, daku rewş aloztir nebe û destkevtên netewî nekevin bin metirsiyê.

 

PSK, daxwaz ji hêzên asayişa Herêma Kurdistanê dike, ku li ser halwesta xwe ya nerm û aramîbehş berdewam be.

 

PSK ji hemu hêzên siyasî yên Kurdistana Başur daxwaz dike, bona çareser kirina pirsên navxweyî û parastina destkevtên netewî destê xwe bidine hevdu û nehelin xernexwazên Kurdistanê destê xwe dirêjî kar û barên wan bike.

 

19.12.2017

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin