PSK: Birîna Maraşê sarij nebûyê xwîn jê tê

PSK: Birîna Maraşê sarij nebûyê xwîn jê tê

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) bi minasebeta 40 saliya Qetlîama Mereşê daxuyaniyek belav kir.

A+A-

Di 19ê Kanûna 1978an de nijadperestên Tirkiyê bi ser navendên rewşenbîr û demokrat û kurdên elewî da girtin û di encamê da zêdetir ji 500 kes hatin kuştin.

 Îro bi minasebeta 40 saliya Qetlîama Mereşê PSKê daxiyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da wiha hatiye gotin: “Hêzên nijadperest û tundrewên olî êrîş kirin ser saziyên demokratîk yên vê demê, kesên demokrat u şoreşger, ronakbîran.

Di heyama êrîşên hanê da, mal û ciyê karê yên Aleviyan ketin ber talanê, hatin şewitandin û kavil kirine. Di encama êrîşan da, ku hefteyek berdewam bû, bêtirî 500 kes, ku piraniya pirê wan kurdên elewî bûn hatin kuştin û bi sedan kesên dinê jî birindar bûn, ku piraniya kuştî û birîndaran jin, û zarok û pîrejin û pîremêr bûn.”

 Herwisa di beşeke din a daxuyaniyê da hatiye gotin kur ola dewletê jî di vê tevkujiyê da heye û wiha hat gotin: “Guman têda nîne, berpirsê serekî ya qetlîema hanê, ku di kurahiya dewleta Tirkiyê da hatiye organîze kirin û li ber çavên “hêzên evlehiyê” hatine encam dane, cîhanbiniya dewleta Tirkiyê ye. Armanca wê cîhanbiniyê jî tirk û mislimankirina hemû kesan e, ku li Tirkiyê dijin.

Ji bona ku faîlên Qetlîema Maraşê nehatine destnîşan kirinê, birina Marêşe hêşta sarij nebûye, nabe. Her ji bona van sedeman paş Maraşê, qetlîamên Madimak, Taxa Qazî, Lîcê û hwd çêbûn, bi hezaran kes hatine kuştin, ku qatilên wan ne diyar in.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin