Projeyên nû yên derxistina kanzayan Dêrsimî nîgeran kirine

Projeyên nû yên derxistina kanzayan Dêrsimî nîgeran kirine

.

A+A-

Têkdana xwezaya parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ev çend sal in bi çêkirina bendavan li geliyê Mûnzûrê û Pilemûriyê dest pê kiriye û piştre bi avakirina kanên kevir û qûmê berdewam kir. Niha jî piştî wan dest bi karkirina kanên derxistina kanzayên krom û zêr xelkê wê parêzgehê nîgeran kirine.

Li Dêrsimê 145 projeyên derxistina kanzayan hene û 6 qadên din yên nû weke qadên derxistina kanzayan hatine ragihandin.

Rêveberê Federasyona Komelyên Dêrsimê Alî Riza Bîlîr anî ziman, “Dewlet çima hîn dest ji vê siyasetê bernade? Em ji destpêkê ve dibêjin tenê yek armanca dewletê heye ew jî valakirina Dêrsimê ye ji niştecihiyên wê.”

Tevî nerazîbûnan, projeyên derxistina kanzayan li Dêrsimê berdewam in. Ev yek jî di nav xelkê  wê de bûye sedema karvedanan û di wê baweriyê de ne ku ji ber wan projeyan tên neçarkirin ku navçeyên xwe bicih bihêlin.

Welatî Celal Guzel got, “Her kes li dijî vê ye ku tu bixwazî ez dikarim îmze bikim û bêjim ez li dijî vê me. Keda me gelek e, keda me berdêla xwînê ye. Ez dikarim bimirim ji bo vê.”

Welatî Cansal Ozgul anî ziman, “Em naxwazin li navçeyên me, li gundê me û li Dêrsimê kompanyayên biyanî kar bo derxistina kanzayan bikin. Derxistina kanzayana wêrankirin û çolkirina navçeya me ye ji mirovan. Ev kar koça xelkê bileztir dikin.”

Şandeke CHPê jî serdana navçeya Pulurê kir û ji Dêrsimiyan  re got ku ew dê bi her awayî piştevaniyê li daxwazên wan bikin.

Parlamenterê CHPê Seyîd Torun got, “Em li her cihekê li dijî wê têdikoşin. Ez jî Parlamenterê Orduyê me, li bajarê min jî niha li navçeyên Fatsa û Unye, li Ulubey  ku navçeya min bi xwe ye, li gelek cihan em rûbirûyî heman gefan bûne.”

Di çend salên borî de zêdebûna projeyên derxistina kanzayan, zerereke zêde gihandiya xweza û navendên jiyanê yên Dêrsimê. Kan li aliyekê gefê li jiyana xwezayî dikin û li  aliyê  din jî metirsiyê li ser   çavkaniyên ava vexwarinê çêdikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin