Programa Stenbolê Ya Greva Demsalê Diyar Bûye

Programa Stenbolê Ya Greva Demsalê Diyar Bûye

Programa Stenbolê ya 3yem greva demsala kurewî diyar bûye ku li hemû cîhanê wê grev di navbera 20 û 27ê Îlonê de bi rê ve biçe.

A+A-

Programa Stenbolê ya 3yem greva demsala kurewî diyar bûye ku li hemû cîhanê wê grev di navbera 20 û 27ê Îlonê de bi rê ve biçe.

“Kampanyaya Dahatû Tuneye” Parastina Daristanên Bakurî jî tê de jîngehparêz û rêxistinên ekolojîstan, saziyên civaka sivîl û rêxistinên civaka demokratîk ev înîsiyatîv ava kirine. Vê înisiyatîfê programa Stenbolê ya Roja Greva Îqlima Kurewî aşkere kiriye ku wê di 20ê Îlonê de dest pê bike.

Aktivîstên ciwan ên îqlimê wê 20ê Îlonê saet di 14.00ê de bi slogana “Ji bo rewşa lezgîn a îqlimê demildest tevbigerin” li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê werin ba hev. Ciwanên aktivîst wê li vir bi beşdariya mezin û saziyan daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Heman rojê saet di 16.00ê de li Parka Yogurtçuyê aktivîst wê festîvala îqlimê saz bikin. Li vir wê standan vekin, atolyeyan li dar bixin, civîn û performans wê bi rê ve biçin. Piştî saet 18.00ê wê komên muzîkê jî bi stranên xwe beşdarî bernameyê bibin.

Barlas Tan Ozemek, Guney Marlen, Guz Kumpanyası, Kabile, lara Di Lara, Nil İpek, Pinar Keleş, Sumru Agiryuruyen & Muammer Ketencoglû, Şudabap Çocuk û Teneke Trampet wê stranan bibêjin.

Lîsteya yekem ya saziyên bangewazî kirine wiha ye

Alakır Nehri Kardeşliği, Antikapitalistler, Buğday Derneği, Don Kişot Bisiklet Kolektifi, Genç Yeşiller, Greenpeace Türkiye, Fosil Yakıt Karşıtı İnisiyatif, Fridays for Future Türkiye, Parents for Future Türkiye, Kuzey Ormanları Savunması, Yeryüzü Derneği, Yeşil Düşünce Derneği, Yokoluş İsyanı, 350 Türkiye.

Bername û çalakiyên kampanyayê wê li ser malpera sifirgelecek.orgê werin weşandin.

 

a5.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin