Prof. Dr. Hamit Bozarslan: Li Rojhilata Navîn hemû civak têk çûn, lê tenê kurd têk neçûn

Prof. Dr. Hamit Bozarslan: Li Rojhilata Navîn hemû civak têk çûn, lê tenê kurd têk neçûn

Hîndekarê kurd yê Zanîngeha EHESSê ya Fransayê Prof. Dr. Hamît Bozarslan diyar kir ku li Rojhilata Navîn hemû civak têkçûn lê tenê kurd têk neçûn û got, ji ber ku hişmendiyeke kurdî û bîreke dîrokî heye.

A+A-

Hîndekarê kurd yê Zanîngeha EHESSê ya Fransayê Prof. Dr. Hamît Bozarslan, ku bi xebatên xwe yên dîrok û civaknasiyê navdar e, di axaftina xwe ya ji bo malpera Gazete DuvaRê de diyar kir ku Tirkiye dixwaze xwe wekî hêzeke herêmî bide qebûlkirin û tevgera Kurdî lawaz bike. Bozarslan ev tişt gotin:

"Tirkiye tim dubare dike ku şerê wê tenê ne li dijî kurdan, bi taybetî li dijî Amerîkayê ye. Amerîka jî li beramberî ku naxwaze peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xera bike jî, hebûna xwe ya li Sûriyeyê dispêre kurdan. Ti pirsgirêkeke Rûsyayê jî bi kurdan re tune ye lê xerabûna peywendiyên Amerîka û Tirkiyeyê ji bo wê girîng e."

 

‘KURD TENÊ TÊK NEÇÛN'

Bozarslan derbirî ku civaka tirk bi awayekî kolektif û exlaqî têk diçe, nikare xwe bifikire û axaftina xwe wisa domand:

"Li gorî beriya 20 salan rastiyeke kurdan ya hîn xurt heye. Li Rojhilata Navîn civak têk diçin û ji holê radibin lê tenê civaka kurd li gel hemû pirsgirêk û îxtilafên navxweyî jî têk neçû."

 

‘POLÎTÎZEBÛNEKE XURT HEYE'

Profesorê kurd li ser sedema têkneçûna kurdan anî ziman ku ew xwediyê hişmendiyeke kurdayetiyê û bîreke dîrokî ne û got:

 "Ji ber ku rastiya bindestiyê berxwedanekê jî bi xwe re tîne. Di nava kurdan de polîtizebûneke cidî heye. Gava hûn li Tirkiyeyê dinêrin nifşê 1968 û 78an heye. Herwisa nifşê Geziyê yê 2013an heye an tune ye, em hêj nizanin. Lê gava hûn li kurdên Tirkiyeyê binêrin, li gel nifşê 68, 78an nifşê 88, 98, 2008an heye û bi îhtimeleke mezin nifşê 2015-16an heye."

Hamit Bozarslan li ser bêndengiya welatên rojavayî ya li hemberî êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê jî got, "Ew welat naxwazin Tirkiye têk biçe. Helbet naxwazin Tirkiye biser keve lê dixwazin şer bi awayekî bêdengî bidawî bibe."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin