Prof. Bozarslan: "Li Rojhilata Navîn her tişt dikare bibe"

Prof. Bozarslan: "Li Rojhilata Navîn her tişt dikare bibe"

Profesor Doktor Hamit Bozarslan dibêje ku "Kurd di navbeyna Tirkiye û Iran ê da mane û ev her du dewlet jî xwediye projeke hegomonya yê ne."

A+A-

Profesor Doktor Hamit Bozarslan dibêje ku "Kurd di navbeyna Tirkiye û Iran ê da mane û ev her du dewlet jî xwediye projeke hegomonya yê ne."

Ferid Demirel

 Li Rojhilata Navîn ji ber şerê Sûriyê rewşeke gelekî tevlihev heye. Ji ber vê rewşê û ji ber ku hêzên li vê herêmê dixwazin bibin xwedî gotin gelek in rewş dem bi dem diguhere. Kurd jî weke hêzeke sereke li Herêma Kurdistanê, li Rojava û li Tirkiyê di nava liv û tevgerê de ne. Li Herêma Kurdistanê nîqaşên referandûma Serbixwe pêşdikevin. Li Rojava jî operasyonên Minbic û Reqqayê û encamên wan di rojevê de ne. Tirkiyê hem di nava xwe de bi hêzên kurdan re di nava pevçûnê de ye hem jî li Rojava nahêle kurd bibin xwedî statû.

Dîroknasê kurd Prof. Dr. Hamit Bozarslan derbarê rewşa Rojhilata Navîn, bandora hêzên navdewletî, rewşa kurdan, têkiliyên kurdan ên di nav xwe de û têkiliya kurdan û Tirkiyê de ji Sputniknewsê re axivî.

Kurdên Rojava, yên Herêma Kurdistanê û yên Tirkiyê di rojeva raya giştî ya cîhanê de ne ciyekî sereke digirin. Li Rojava û Herêma Kurdistanê ji ber şerê DAIŞê, li Tirkiyê jî ji ber şerê di navbera PKKê û dewletê de ev rewş derketiye holê. Di vê çarçoveyê de hûn nerîna cîhanê ya li kurdan çawa dinirxînin? Rewşa kurdan di vê konjonkture de çawa ye?

 

Li gora salên 1980ê, ku salên şer û pelçiqandinê bûn, rewşa kurdan, di salên 2010ê de baştir e. Hem li jêr hem jî li Rojava bingehê dewletî yan ji niv-dewletî heye. Li gora civatên ereb ku, wek ketine Reqqeyê, Felûcyê û Musul ê jî nîşan dide ku nikarin berxwedanekê çekin. Civata kurd dikare îmkanên xwe yê kêm sefereber bike. Her wek, Şam û Bexda, ku di salên 1980ê li Rojhilata Navîn de roleke gelek gewre dilîstin, îro aktorên dereceya duduwanda ne. Lê belê Kurd di navbeyna Tirkiye û Iran ê da mane û ev her du dewlet jî xwediye projeke hegomonya ye ne. Bi taybetî Tirkiye, neyarê hêzên ku dixwazin xwedî siyaseta serbiwxebin. Tirkiye hêzên ku hegemnoya wê qebûl nakin, wek dijminê xwe dibêne. 

Li gor sed sal berê kurd çiqas nêzîkin ku statuyekê bidest bixin? Dewletên mezin, yên Rojhilata Navîn û hêzên herêmî yên li hember kurdan şer dikin ji bo vê statuyê xwedî helwesteke çawa nîşan didin?

Gelek zehmete ku mirov karibe bersiva vê pirsê bide. Sed sal berê, wek iro, li Rojhilata Navîn sê imparatorî hebun: Osmanî, Fars û Rûs. Lê belê sed sal berê di navbeyna kurdan da fikra giringtirîn fikra Islamê bû. Îro, bê guman, fikra kurditiyê her çar perçan da jî tesireke mezin nîşan dide. Fikra ku kurd gerek bi xwe li ser jiyana xwe biryarê bidin jî cî girtiye. Lê eşkere ye ku li hember sê quwwetên mezin, hêza kurdan gelek kêm e.

Di sala 2003ê de dema ku rejîma Sedam rûxiya û kurdên li Iraqê herêma xwe birêve birin, hêvî ji bo kurdan çêbû. Di van salên derbasbûyî de ev hêviyên kurdan bi çi awayî veguhestin? Ev hêvî xurtir bû yan kêmtir bû yan jî weke xwe ma? Di warê aborî, çandî, siyasî û civakî de herêma kurdistanê çiqas bû bersiv ji bo van hêviyan?

Pirs hendê tenê bi Herêma Kurdistanê re sînorkirî nîn e. Bawerim ku Rojhilat a Navîn de hêvî bi sekleke giştî kêm e. Lê belê, kêmasiyên wan û xeletiyên wan hebîn jî, îmkanên wan gelek kêm bin jî, aktorên kurdan xwedî tecrûbe ne. Îro, mirov dikare bêje ku li Rojhilata Navîn sîstemeke kurdan heye ku lingeke wê hikûmeta Herêmî ye, lingê din jî PKK-PYDye. Pêwîste ku ev sîstem bi şekleke baştir, bi koordînaysoneke hundirî bimeşe. Herwek pêwîste ku, ev sîstem aktorên dinen ên kurden weke Konseya Newteweyî ya kurd an jî Goranê bi şeklê baştir entegre bike. Îro, mixabin mecal tune ye ku li Kurdistana Rojava de gaven erênî bên avetin, lê belê şerte ku aktorên kurd li ser Ewropayê tesîr bikin û qetliamên rejîma Erdogan bidin sekinandin. Herwek, li Kurdistan a jorîn giranî gereke li ser siyasetê be, li ser berwxedana sivîl be. Yek perçekî Kurdistanê bi serê xwe nikaribe hêviyê peyda bike, lê her çar parçe bivehra dikarin.

Li Herêma Kurdistanê nîqaşa li ser referandûma serxwebûnê heye. Hûn vê nîqaşê çawa dinirxînin? Kurdên Iraqê wê ji vê pêvajoyê encameke çawa dikarin bidest bixin?

Bawerim dê referandûm çêbibe û baş jî dibe ku çê bibe. Herwek, hevîdarim ku referandûmek li ser statûya Kerkûke jî bêamadekirin. Lê belê referandûm bi serê xwe bo serxwebûnê têrê nake. Şertên din jî hene. Yek ji van şertên alîkariya sîstema dinê ye. Herêmê deh sal winda kir, deh sal berê dikarîbûn bingêhên aboriyeke "netewî" bavêjin. Ji penîr heta qelem û qaxizê her tist ji Tirkiyê tê. Sibe şert biguherin, Îran û Tirkiye bihevra ambargo bidin ser Kurdistan ê, dê Herêm de karibe çi bike? Ji ber ve yekê şerte ku pişgirtiya dinê bê stendin.

Ji ber hin pêşketinên dawî di navbera hêzên kurd û hêzên şia yên Iraqê de alozî derket. Heta li hin deveran pevçûn jî di navbera wan de derket. Jixwe di mijara rêvebiriya Iraqê de jî weke tê zanîn ku ev alozî tê xwuyakirin. Gelo hûn wê ihtimalê didin ku di demên pêş de di navbera kurdên sune û hêzên şîa yên Iraqê de pevçûneke mezhebî derkeve?

Li Rojhilata Navîn her tişt dikare bibe. Di nava hizbên Şiiyên Iraqê de hin hêz hene ku ne li dijî kurdan in, hin hêz jî li dijî kurdan in. Rast e, zimanê siyasiyên kurd û zimanê siyasiyên ereb ji hev dûrketin. Pirsa Iraq û Suriyeya îro ne pirsa Kurd e. Ji ber vê yekê, tu kesan hêvî nedikir ku DAIŞê berê xwe bide kurdan û Kurdistanê. Lê belê hicûm li wan kir û bihayê vê hicûmê gelek giring bûn. Dibe ku sibê hinek quwwetên Şîî jî berê xwe bidin Kurdistanê.

Kurdên li Tirkiyê çend salên derbasbûyî bi hêviya pêvajoya çareseriyê tevdigeriyan. Lê çend mehên dawî ev hêvî ji holê rabû û niha rewşeke nediyar derketiye holê. Gelo hûn pêşbîniya wî tiştî dikin ku careke din li Tirkiyê di navbera her dû aliyan de pêvajoya gotûbêjan ango muzakereyan destpêbike? Heke ku destpêbike wê terefên şer pozisyona wan çawa be? Civaka kurd a ku hêviyên wê şikestine wê çawa li vê pêvajoyê binêrin?

Ezê nikaribim bersiv bidim vê pirsê. Waziyetên 1914 û 2014ê gelek cihê ne. Lê belê siyaseta dewletê weke xwe dimîne. Sala 1914ê de Ittihad hebûn. Siyasiyan ermenî qebûl kiribûn, lê jiwan dixwest ku ew bikevin emrê tirkîtiyê (ne emrê fikra osmaniyê). Yek ji sebebên tevkûştina ermeniyan ew e ku, ermenî vê dîktayê qebûl nekirin. Herweha, 2014-2015ê de Erdogan hebûna kurdan û hêzên wan ên siyasî qebûl kir. Lê belê jiwan xwest ku ew bikevin emrê tirkîtiyê û sunnîtiyê. Yek ji sebebên qetlîamên li Kobanê, Cizirê, Sûr, Silopiî, Nisêbiîn û derên din çebûn ew bên ku kurdên Rojava û Bakûr vê diktayê qebûl nekirin. Li Tirkiyê de îdyomek heye: "Serseri mayin" an jî "serseri kurşun. Îro, Tirkiye Edogan dişibe vêya. Muessesse nema ne, Erdogan "tek adam-tek muessese"ye û rasyonalita vê muessesseyê tune ye. Ji ber vê yekê gelek zehmet e ku mirov senaryoyên demên pêş de karibe texmîn bike.

Li Rojava kurd bi piştgiriya hêzên Emerîkî dest bi operasyona Reqqayê û herî dawî ya Minbicê kirin. Lê him faktorên weke Rûsya-Esad-Îranê û him jî Tirkiye-DAIŞê û rêxistinên din hene? Ji bo kurdên Rojava hûn pêşbîniya rojên çawa dikin?

Suriye şer di her havînê de wesfeke din digre. Gelek zehmet e ku mirov zanibe guherandinên 2016ê texmîn bike. Dibe ku, ji bo kurdan, şerê Minbecê roleke girîng bilîze.

Hin derdor li Sûriyê ji ber ku tevgera bi Emerîkayê re, kurdan wisa dinirxînin ku weke dest ji antî-amerîkancîtiyê berdane. Hûn van nêrînan û helwesta kurdan ya li hember piştgiriya Emerîkayê çawa dinirxînin?

Em çend saniyeyan pirsa kurd û Kurdistanê le aliyekî bihêlin: Îro li Rojhilata Navîn pirsa giringtirîn ew pirse ku gelo dê barbarî qezenc bike yan na? Di dema Şerê 2yemîn de alternatîva nasyonal sosyalizma Elman, Emerîka û Sovyet bûn. Îro alternatîva Emerikaye û Ewropayê (dibe ku sibe ya Rûsyaye) IŞîD e. Yan jî nasyonal-sosyalîzma tirk e.

Rûsya û Tirkiye ji ber ketina balafirê di nava krîzê de ne. Lê di demên dawî de ji ber hin daxuyaniyên hikûmet û serokomarê tirkiyê û herweha guhertina hikûmetê, tê gotin ku Tirkiye wê guhertinan di polîtîkaya xwe ya derve de bike. Hûn vî tiştî çiqas mimkun dibînin? Divê guhertinê de wê Tirkiye li hemberî kurdan helwesteke çawa bistîne?

Wek min got, xwedi qudretên Tirkiyê bûne weke mayineke bêserî. Meh tune ye ku krîzeke nû destpê neke. Wek 1884ê ya Orwell: Tirkiye xwe weke di şer de qebûl dike. Hinek karûdest dibêjin ku Şerê Yekemîn xilas nebûye. Erdogan nizane ku Şerê Yekemîn şerekî Ewropayê bû û osmanî û elman di vî şerî de bihevre bûn. Ji bo Erdogan, şer berdewame, lê bi kîjan dewletê re ye? 2010ê de dijmin Israîl bû. 2013ê de Misir bû. Rûsya wê wextê dost bû, Îro Israîl bû dost. Al-Sissi sibê dibe ku bibe dost. Lê Merkel bibe dijmin. Dijmin ji salekê û du salan carekê diguhere, lê belê şer tu çax xelas nabe. Ji bo ku minasebetên Tirkiye û Rûsyayê baş bibin gerek Tirkiye ji Sûriyê derkeve û li dijî Îranê pişgiriya Siudiyê neke. Pewiste ku Tirkiye li Rohilata Navîn de dev ji hegemonya tirkîtiyê û sunnitiyê berde. Be soreşeke siyasî, netewî û epîstemolojîk di nav AKP da, nav tebeqa tirk û sunni da, ev tişt gelek zehmet e. Li Tirkiyê di salên 2010an de rasyonaleta dewletê nemaye; şûna wê rasyonaliteyê siyasata şantajê girtiye. Ev siyaset salên dawî bi şeklekî gelek dijwar hate bikar anin. Lê belê sînorê vê siyasetê jî hene. Krîza bi Rusyayê re, ku maliyeta wê ji bo Tirkiye gelek bilind bû, li ber çavan e. Emerîkayê ittifaqa xwe ya bi PYD re nabire. Siyaseta Erdogan li beramberî Ewropayê jî gihişt sînore xwe yê dawin.

Hamit Bozarslan kiye?

Di sala 1958ê de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê. Doktoraya xwe ya derbarê zanista siyaset û dîrokê di navbera salên 1995-1997ê de li Berlînê li Centre Marc Blochê kir. Piştra li EHESS-École des Hautes Etudes en Sciences Sociales'de (Dibistana Bilind a Zanistên Civakî ya Parîsê) dest bi xebatê kir. Di navbera salên 2002-2008ê de di saziya Institut d'études de l'islam et des sociétés du monde musulman (Enstîtuya Civakên Misilman û Îslam) de serokatî kiriye ku di bin banê heman zanîngehê ye. Hîna jî di bin banê EHESS ê weke profesor xebatên xwe dimexîne. Bi xebatên xwe yên derbarê şîdeta li Rojhilata Navîn, tevgerên siyasî û pirsgirêka kurd de tê naskirin.


Bêhtir bixwîne: http://krd.sputniknews.com/nerin/20160603/3031939/Hamit-Bozarslan-Sedema-qetliamen-bajaren-kurdan-dikta-qebul-nekirin.html#ixzz4AW3Qp1Ar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin