Portre: Mesûd Barzanî

Portre: Mesûd Barzanî

"Kak Mesûd ti caran hez ji îsrafê nake. Xwarina xwe jî têra ku bikare bixwe dixe tebax û amana pêşiya xwe. Ew bi malbatê ve wiha ne. Tu kîjan xwarinê danî pêşiya wî dê bixwe û qet red nake.”

A+A-
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Ji aliyê Mahmud Yasin Kurdi

Hewlêr (Rûdaw) –   Piraniya paytextên cîhanê ji kurdan re dibêjin “referandûmê nekin, ji Iraqê cihê nebin” an jî dibêjin “niha ne dema referandûmê ye.” Lê Mesûd Barzanî, ku ji 16 saliya xwe ve piraniya deman bi cemedaniya sor, şalûşapikên kurdî û şûtikeke stûr ve derdikeve pêşberî mirovan, ji dost û dijminan re dibêje; “Berdêleke baştir bidin me. Heke em niha referandûmê nekin ma dê kengî bikin?”

Rijdbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser referandûmê, weke medyayên erebî dibêjin “Înad” e. Lê Barzanî dibêje; “Ez miroveke pir nerm û asayî me lê li ser mijarên cidî, xwediyê soz û gotina xwe me.”

Mesûd Barzanî, bi navê din Mesûd Mistefa Şêx Mihemmed Şêx Ebdulselam Şêx Ebdullah Şêx Taceddîn, roja 16ê Tebaxa 1946ê li bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Heman rojê bi serpereştiya bavê wî Mele Mistefayê Barzanî, li Mahabadê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tê damezrandin, ku niha ew serokê vê partiyê ye. Lê ew heta 12 saliya xwe jî bavê xwe nabîne. Ji ber ku piştî têkçûna Komara Mahabadê, Mele Mistefa Barzanî bi tevê 500 cengawerên xwe, rêyeke dûr û dirêj, pir bi şer û serhatiyên sersûrhêner digihe Yekîtiya Sovyetê.

Barzanî ligel dotmama xwe xanima Cuweyra jiyana hevjîniyê pêkaniye û bavê 8 zarokan e. Ew niha yek ji kesayetê siyasî yê herî naskirî yê Rojhilata Navîn û Cîhanê ye.

Navê dayika Mesûd Barzanî Hemayîl xanim e. Ew keça Mehmûd Axayê Zêbarî ye. Hemayîl xanimê di jiyana Barzanî de roleke mezin lîstiye. Barzanî sala 2009ê di hevpeyvînekê de li ser dayika xwe dibêje: “Dayika min jinekê pir mîhrîban bû. Wê nehişt ez hest bi valabûna cihê bavê xwe bikim.”

 

“Bavê te çûye ji bo te şîrînî bîne”

Barzanî qonaxî destpêkê ya dibistanê li Mûsilê dixwîne. Paşî li Bexdayê dest bi xwendina navendî dike. Piştî 12 salan, Mele Mistefa ji Moskowê vedigere Bexdayê û roja 6ê Cotmeha 1958ê, Barzanî cara yekemîn bavê xwe dibîne.

Derbarê vê yekê de Barzanî dibêje: “Ew roj tê bîra min, ku min yekemîn car bavê xwedît. Gelek kes kombibûn û bavê min li Bexdayê mîna qehremanan hate pêşwazîkirin. Ew ji bo me serbilindî bû.”

Barzanî di zarokatiya xwe de, dema êdî fêm dike, her pirsa bavê xwe dike. Li ser vê jî bîranînên wî hene û wiha behs dike:

“Min ji dayika xwe pirs dikir, ka bavê min? Wê jî digot çûye Moskowê dê ji bo te şîrîniyê bîne. Min hez ji curekê şîrîniyê dikir, dayika min jî digot, ku ew dê wê şîrîniyê bot e bîne. Paşî ez hinekê mezin bûm, min zanî ku babê min koçber bûye.”

 

Bi mûcîze ji mirinê rizgar dibe 

Mesûd Barzanî û birayên wî, li taxekê Bexdayê, li nêzîkî dibistana xwe dimînin. Mele Mistefa Barzanî kî li taxa Sahîliye ya Bexdayê dimîne.

Mesûd Barzanî dibêje: “Hemû rojên pênşem û înan em diçûne cem bavê xwe. Lê bavê min Adara 1961ê ji Bexdayê derket. Em jî heman sale, di meha Hezîranê de, piştî bidawîbûna ezmûnên dibistanê, vegeriyane Barzanê.”

Barzanî herwiha dibêje: “Dema em li Barzanê bûn me dipirsî ka emê careke din vegerin Bexdayê û herin dibistanê? Lê ti kesan bersiva vê pirsê nedida. Rojekê danê sibê zû 4 firokeyên curê Meg ên Iraqê bombe bi ser me de barandin. Em ji bin wê çadira tê de dijiyan bi mûcîze rizgar bûn. Êdî piştî wê Şoreşa Îlonê dest pê kir.”

Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman, ku di serdema Şoreşa Îlonê de kesekî nêzîkî Mele Mistefa Barzanî bûye, 54 sal beriya niha Mesûd Barzanî nas kiriye. Mehmûd Osman dibêje: “Ji ber şoreşê Kak Mesûd xwendina xwe temam nekir lê ew dinava nasîna civaka kurd û pirsgirêka gelê xwe gihiştiye. Wî ezmûneke mezin ji bavê xwe ergirtiye. Di danûstanin û guftûgoyên me yên li gel Bexdayê yên sala 1970ê de wî û Kak Îdrîsê birayê wî, roleke baş dilîstin.

 

 “Tu ji van pêşmergeyan ne mezintir û ne giringtirî”

Piştî bombebarana devera Barzanê, Mesûd Barzanî li gel malbata xwe diçine gundê Bêdarûn a Barzanê. Li ser wan rojan Barzanî wiha dibêje:

“Bavê min li gel hevalên xwe çûne devera Berwarî Bala, xwe li wir girtin. Êdî roj bi roj şoreşgerên vî gelî dihatine nav refên şoreşê. Em jî li gel Şêx Babo li gund diman. Ew ji bo me mamekê mîhrîban bû.”

Di pirtûka Hewrêname de hatiye tomarkirin û Barzanî bi xwe jî dibêje, ku di temenê 16 salî de, roja 20/05/1962ê dibe pêşmerge.

Barzanî wê rojê, ku weke pêşmerge hatiye qebûlkirin, mîna “dema herî xweş a jiyana xwe” binav dike. Di civînekê de wiha behsa wê rojê dike:

“Roja 20ê Gulana 1962ê bûme pêşmerge û tifingeke birono ya west dane min. Min wesa zanî, ku hemû cîhan male mine, min ji xwe zêdetir hez ji çeka xwe dikir û xizmeta wî dikir. Ez fêrê suwariyê nebûm, lewma min pişta xwe da hêza xwe û her bi piyan dimeşiyam. Niha jî dema ez ji bo referandûmê digerim hest pê dikim, ku ji wê demê ciwantir im.”

Mesûd Barzanî paşî di nava pêşmerge de post û erkê herî mezin werdigre lê li ser rojên destpêkê dibêje: “Berî bibim pêşmerge çûme cem birayê xwe Îdrîs û min pirsa wî kir. Ji ber ku ew mezinê mal bû. Wî xwest min razî bike da ku nebim pêşmerge. Çimjî nedixwest ez ji wî dûr bikevim. Paşî çûm min ji mamê xwe Şêx Babo birs kir. Wî jî got, ku divê em ji Şêx Ehmed bipirsin. Em çûne cem cenabê Şêx Ehmed û ew razî bû, ku ez bibim pêşmerge. Dema min zanî, ku cenabê Şêx Ehmed razî bûye, hemû dinya bû ya min!”

Barzanî li navçeya Bêxme digige cem bavê xwe û pêşmergeyan. Lê di yekemîn dîdarê de bavê wî hinek mercan datîne pêş wî. Mesûd Barzanî bi van gotinan behsa mercên Mele Mistefa dike:

“Bavê min ji min re got, ku pêşmergetî ne hêsan e. Ez dê hinek amojgariyan li gel te bikim, eger li berxwe nedî ezê te vegerînim mal. Ji min re got, tu ji van pêşmergeyan ne mezintir û ne jî giringtîrî. Erk, cil û xwarina te jî dê mîna ya wan pêşmergeyan be. Berpirsê te jî Hacike (Hacik wê demê berpirsê pasevanên Mele Mistefa Barzanî bûye). Min jî got, ku hemû mercên te qebûl dikim û soz û peyman be hemûyan jî bicîh tînim.”

Jiyana hevjîniyê

Mesûd Barzanî amaje bi hezkirina xwe ya keçekê Barzanî dike, ku ew keç dotmama wî ye. Barzanî dibêje: “Jiyana me ya hevjîniyê li ser hîmê hezjêkirinê dest pê kir. Ez 19 salî bûm û pir genc bûm. Mala me li Ranya bû. Mala hevjîna min jî li Barzan bû. Dayik û bavê me jî dixwestin em li gel hev bizewicin. Di sala 1965ê de di navbera hikûmeta Iraqê û şoreşê de agirbest hebû. Serokê Iraqê wê demê Ebdurehman Arif bû. Lê roj bi roj rewş nebaştir dibû. Di çanda malbata me de jî nerît wisa bû, ku kîjan kur bixwaze jin bîne, divêya ji cenabê Şêx Ehmed destûrê werbigre. Ji ber vê bavê min ji Şêx Ehmed û Şêx Babo re nameyek nivîsî. Li ser vê yekê me hevjînî kir.”

Barzanî bi ken behsa meha hingvînê ya jiyana hevjîniya xwe dike û diyar dike: “10 roj piştî zewaca me şer dest pê kir. Êdî meha hingvînê ya zewaca me jî di şkeftê de derbas bû. Ji wî gundi diçûne vî gundi û di bin çadiran de bûn.”

Mesûd Barzanî bavê 5 kur û 3 keçan e û gelek pesnê hevjîna xwe Cuweyra xanimê dide û dibêje: “Ji jiyana xwe ya hevjîniyê pir bextewer û dilxweş im. Hevjîna min li gel min pir zehmetî kişandine. Dema çûme xizmeta bavê xwe, em 3 salan ji hev dûr man. Car hebûye salek 6 meh û salek 7 mehan me hev nedîtiye, ku ev rewşeke nexweş bû. Erkê xwedîkirina zarokan li stûyê wê de bû. Wê gelek ked da û eziyet kişand. Lê tenê rojekê jî min gilî û gazindek ji devê wê nebîhîstiye.”

Parêzgarê Kerkûkê û Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm di sala 1973ê de di nava refên şoreşê de Mesûd Barzanî nas kiriye. Kerîm di sala 1976ê de li gel Mele Mistefa û Mesûd Barzanî diçe Amerîkayê û wiha behsa wê serdanê dike:

“Roja 19ê Hezîrana 1976ê li gel cenabê Mele Mistefa Barzanî, Kak Mesûd Barzanî, Mûhsin Dizeyî û Kak Sîdad Barzanî çûne Amerîkayê. Nûnerê şahê Îranê jî li gel me bû. Me zaro û zêç bicîh hişt, ku hesaba me ew bû emê zû vegerin. Lê çend salekê me çûn. Beriya wê jî di nava refên şoreşê de ez û Kak Mesûd weke bira bûn. Em bi hevre di xizmeta cenabê Mele Mistefa Barzanî de bûn. Paşî şahê Îranê daxwaza vegerê ji Barzanî kir lê wî red kir. Ji me jî xwestin ku em vegerin lê me qebûl nekir Barzanî bi tenê bihêlin.”

Daxwaziyên taybet ên Barzanî

Kesên nêzîkî Mesûd Barzanî dibêjin, ew gelek hez ji werzîş û spore dike. Ew bi xwe jî derbarê vê yekê de dibêje: “Ez gelek hez ji futbolê dikim û heta van demên dawîn jî min dilîst. Lê niha li gorî derfetan melevaniyê dikim û her roj werzîşê dikim. Eger werzîş nekim, hest pê dikim ku tendurustiya min ne baş e.”

Hemîd Efendî yek ji wan kesên nêzîkî Mesûd Barzanî ye. Efendî him pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bûye û him jî kesekî nêzîkî Mele Mistefa Barzanî jî bûye.

Derbarê jiyana taybet a Mesûd Barzanî de ji Rûdawê re got: “Kak Mesûd ti caran hez ji îsrafê nake. Xwarina xwe jî têra ku bikare bixwe dixe tebax û amana pêşiya xwe. Ew bi malbatê ve wiha ne. Tu kîjan xwarinê danî pêşiya wî dê bixwe û qet red nake.”

Hemîd Efendî herweha dibêje: “Ew ji bo qewl, jivan û randevûyan jî pir bi hestiyar û balder e. Ew di dema xwe de civînan dest pê dike û pêşwaziya mêhvanan dike, ti jivaneke xwe paş naxe. Herwiha bi berdewamî werzîşê dike. Her roj dimeşe û êvaran jî li ser amêrên werzîşê, werzîşa xwe dike.”

Di profîla Barzanî de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku zimanên kurdî, erebî û farisî bi temamî dizane. Herwiha zimanê îngilîzî dizane û diaxive.

Derbarê xwendina pirtûkan de jî Barzanî dide xuyakirin, ku ew hez ji xwendina pirtûkên dîrokî û ansîklopediyan dije. Herwiha li ser mijarên av, petrol, çand û dabûnerîtên gelan û jiyanameya kesayetan pirtûkan dixwîne. Ew dibêje: “Ji dil hez dikim pirtûkên wêjeyî ûy edebî jî bixwînim.”

Wî bi xwe pirtûka bi navê “Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd” nivîsiye, ku ev pirtûk 3 berg e.  

Necmedîn Kerîm diyar dike: “Kak Mesûd hez ji komkirina zanyariyan dike. Dema em li Amerîkayê bûn bi hev re diçûne mûzexaneyan û cihên giştî. Tê bîra min di bîranîna sedsaliya serxwebûna Amerîkayê de em li Sanfiransîsko bûn. Kak Mesûd mirovekî taybet e. Li gel hemû kesan ne vekiriye. Li gel wan kesên ku hevalên wî ne û dilê wî li gel wan rehet e, xwe vedike. Ji bo kurteçîrok û serpêhatiyan hez ji gotinên Mele Mesûdê Bêbeş dike. Niha jî di civînan de car caran behsa çîrokên Mele Mesûd dike.”

Di nava hevalên xwe yên nav serkirdetiya PDKê de Barzanî hez ji gotin û çîrokên Zeîm Elî û Ebdulmuheymîn Barzanî dike. Di nava kesayetên YNKê de jî piştî Celal Talebanî, hez ji gotin û çîrokên Sedî Pîre dike. Bi taybetî jî çîroka “dadwer û 3 tawanbaran” hez dike.

Hemîd Efendî dibêje: “Serok kesayetekî berxwedêr e lê ew hinde jî mirovekî bi hest e. Li hember malbatên şehîdan, mirovên hejar pir bi hestiyar e. Hûn bi xwe jî dibînin, ku dema xizmeke şehîdan an jî mirovekî hejar û xizan dibîne çavên wî tejî rondik dibin û ji bo wan digrî.”

 

Hez ji helbestên Cizîrî û Mewlana Xalîd dike

Mesûd Barzanî pir hez ji helbestên Melayê Cizîrî, Mewlana Xalîd û Feqiyê Teyran dike. Şêx Ehmedê mamê wî jî hez ji helbestê van helbestvanên mezin dikir.

Derbarê vê yekê de Barzanî dide xuyakirin: “Ji ber hezkirina cenabê Şêx Ehmed, min jî hez ji helbestên wan dikir. Ez gelek caran di civata wî de bûm û wî bo min helbestên wan dixwend. Ez ji kesayeta şêx pir bandor bûm. Di nava eşîreta Barzan û binemale me de, heta Şêx Ehmed koça dawî nekir min nedizanî ku kesayeta wî çend pîroz û mezin e. Wî em fêrî ayîn û rewişt kirin. Wî em fêr kirin, ku pêwîstiya Xwedê bi bendî nîne belku pêwîstiya bendî bi Xwedê heye. Pîvan jî ew e ku reftara te ya li gel bendî çawa ye. Dibe gelek kes nezanin ku Şêx Ehmed di jiyana xwe de qet carekê jî destê xwe li pere neda.”

Rikê Barzanî ji helbestên pesindayînê diçe. Şêwirmendê Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê Kîfah Şingalî li ser vê yekê dibêje: “Barzanî hez ji helbestên hûnandî yên pesinkar nake. Dema kesek methê wî dike qebûl nake û jê hez nake. Ji xwe wî qebûl nekiriye peykerê bavê wî li bajarê Bexdayê were danîn.”

Mesûd Barzanî roja 9ê Tebaxa 2015ê peyamek li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê belav kir. Di peyama xwe de behsa wan kesayetan dike, ku di jiyana xwe de ji wan fêrê tiştan bûye û dibêje: “Ji Şêx Ebdulselam Barzanî fêrê çanada bihevre jiyanê û di oxira serxwebûna Kurdistanê de berdêldanê bûm. Ji Şêx Ehmedê Barzanî fêrê wê yekê bûm, ku ol û bawerî beriya hemû tiştan exlaq e û bîr û bawerî ji hemû zincîran bihêztire. Ji Mele Mistefa Barzanî fêrê jiyana pêşmergetiyê bûm. Tenê tiştekê ji dûrê bav û binemala xwe fêr bûm, ku ew jî dayika min ez fêr kirim, rastgotin bû. Ji terîqet û Mewlana Şêx Xalidê Neqişbendî fêrê tehemmul bûm. Ji PDKê û şorelşên Îlon û Gulanê fêrê yan Kurdistan yan neman bûm. Herweku fêrî wê yekêbûm, ku bi hêvî berbi paşerojê ve biçim.”

 

 

5 sal piştî pêşmergetiyê bû endamê PDKê

Endamê berî yê Polîtbûroya PDKê Mihemed Mele Qadir qala serdema beşdarbûna Barzanî ya nav refên PDKê kir û wiha got: “Di Kongreya Şeşemîn a PDKê ya sala 1964ê de min Kak Mesûd dît. Wê demê weke mêhvan beşdarî kongrê bû. Li gel biryarê wî Îdrîs te digot qey cêwî ne. Her tim bi hevre bûn û gelek xisletên wan ên hevbeş hebûn.”

Barzanî 5 salan pêşmergetiya Şoreşa Îlonê dike û di sala 1967ê de dibe endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK). Herwiha di sala 1970ê de beşdarî danûstandinên di navbera serkirdetiya şoreşê û hikûmeta Iraqê dibe. Di 11ê Adara 1970yan, dema rêkeftina di navbera şoreşa kurd û hikûmeta Iraqê hate xwendin, Mesûd Barzanî jî li gel birayê xwe Îdrîs Barzanî, li kêleka serkirdeyên PDKê û hikûmeta Iraqê rawestiya. 

Serokatiya PDKê

Piştî Peymana Cezayîrê ya di navbera Şahê Îranê û hikûmeta Iraqê ya sala 1975ê û belavbûna Şoreşa Îlonê, Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî li ser rênimayên Mele Mistefa Barzanî serkirdetiya demkî ava kirin. Bi serokatiya wan di 26ê Gulana 1976ê şoreşa nû dest pê kir, ku di edebiyata PDKê de jê re dibêjin Şoreşa Gulanê.

Di navbera salên 1976ê û 1979ê de Mesûd Barzanî ji ber nexweşiya Mele Mistefa Barzanî, di xizmeta wî de li Amerîkayê ma. Piştî hilweşandina rejîma Şahê Îranê, Mesûd Barzanî vegeriya Îranê da ku amadekariyên vegera Mele Mistefa Barzanî bike. Lê roja ku Mesûd Barzanî gihişte Îranê, di 1ê Adara 1979ê de, Mele Mistefayê Nemir li Washingtonê koça dawî kir.

Mesûd Barzanî roja 1ê Tebaxa 1979ê li Viyanaya paytexta Nemsayê, ji hewldaneke kuştinê rizgar bû, ku ev hewldan plana dezgeha îstîxbarata Iraqê bû.

Roja 4ê Cotmeha 1979ê li gundê Zêve ya devera Mirgever a bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, Nehemîn Kongreya PDKê hate sazkirin. Di kongreyê de Mesûd Barzanî bi piraniya dengan weke serokê nû yê PDKê hate hilbijartin. Barzanî ji wê demê heta niha di hemû kongreyan de weke serok hatiye hilbijartin.

“Min ji canê xwe zêdetir hez ji Kak Îdrîs dikir”

Îdrîs Barzanî 2 salan ji Mesûd Barzanî mezintir e û dayika wan jî cuda ye lê di wergirtina serokatiya PDKê de hevkar û piştevanê birayê xwe Mesûd Barzanî bûye. Ji nûve avakirina hêzeke siyasî û çekdarî li Başûrê Kuridstanê, bi hevkariya Îdrîs Barzanî bûye. 

Weke Mesûd Barzanî behs dike: “Ez gelek ji kesayeta Kak Îdrîs bi bandor bûm. Ew birayê min ê mezin bû û herwiha cihê bavê me girt. Kak Îdrîs takekes e, ku min ji canê xwe zêdetir hez jê kir.”

Mihemed Mele Qadir diyar dike: “Dema em çûne sersaxiya Kak Îdrîsê rehmetî, Hemayîl Xanima dayika Kak Mesûd pir xemgîn bû û ji ber koça dawî ya Kak Îdrîs bê taqat mabû. Digot, ku raste ew ne kurê min ê heq bû lê min bixwe ew mezin kir, min şîrê xwe dayê. Ji bo min ti ferqa Îdrîs û Mesûd nîne.”

 

Saddam Husên çaya pêşiya xwe li gel çaya wî guhert

Piştî, ku hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Bees di sala 1988ê de Bereya Kurdistanî avakirin, Mesûd Barzanî weke serokê vê bereyê hate hilbijartin. Celal Talebanî jî weke serokê bereyê yê komkirina piştgiriya derveyî welat hate destnîşankirin.

Mesûd Barzanî bi hevkariya serokê koçkirî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa plana raperîna gelê Kurdistanê ya li dijî rejîma Bees amade kir û ji bo bicîhanîna vê plane serpereştî kir.  

Piştî ku di sala 1991ê de, di navbera Bereya Kurdistanî û rejîma Bees de danûstandinan dest pê kir, serokê demê yê Iraqê Saddam Husên bi rijdî xwest Mesûd Barzanî were Bexdayê. Lewma Mesûd Barzanî, di Nîsana 1991ê de, bi serokatiya şandekê, li gel Newşîrwan Mistefa, Samî Ebdûrehman û hejmareke serkirdeyên partiyên kurdî serdana Bexdayê dike û li gev Saddan Husên hevdîtinekê dike.

Di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Ukaz a Erebîstanê de Mesûd Barzanî behsa yekemîn hevdîtina li gel Saddam dike û dide xuyakirin, ku piştî enfalkirina 8 hezar Barzaniyan û 37 endamên malbata wî, enfalkirina 182 hezar kurdan, dema çavê wî bi Saddam Husên dikeve pir hêrs dibe, heta 5 xulekan jî ji ber vê rewşê hewl dide xwe kontrol bike da dilê wî raneweste.

Saddam dixwaze wî maçî bike lê ev yek ne bile wî ye û xwe sar dike. Lewma ji Saddam re dibêje: “Tu dizanî, ku min di nava deryaya xwînê de melevanî kiriye heta gihiştime vê derê? Dîsa jî eger ji bo pirsgirêka kurd çareseriyek hebe ez amade me.” Saddam Husên jî bersiv dide û dibêje: “Ez dizanim bi hatina vê derê te biryareke giran daye.”

Lewma, di dema hevdîtinê de çay datînin pêşiya wan, Saddam Husên çaya pêşiya xwe li gel çaya Mesûd Barzanî diguhere da ku jê re bêje di çaya te de jehr nîne.

Rijdbûn û pêdagiriya serxwebûnê

Piştî hilweşandina rejîma Bees li Iraqê, Barzanî yek ji wan 25 karakterên siyasî yê Iraqê tê hejmartin, ku li gel 4 serkirdeyên kurd, di Encûmena Hikûm a di bin serokatiya hakimê medenî yê Amerîkayê li Iraqê Paul Bremer de, nûneratiya kurdan dike.

Barzanî ji bo heyama mehekê serokatiya xulê ya encûmenê dike. Wê heyamê li ser mijara federalîzmê û hilweşandina hêza pêşmerge, di navbera nûnerên kurd, bi taybetî jî Barzanî û Paul Bremer de nakokiyên tend çêdibin. Hakimê sivîl ê Iraqê Paul Bremer di bîranînên xwe de ji bo Barzanî dibêje, “ew kurdan li ser hemû gel û nijadan dibîne. Bi nêrîna wî madem kurdan gelek gurbanî û berdêl dane, divê zêdetir mafan werbigrin.”

Rojnameyekî ereb ji Mesûd Barzanî dipirse ka gelo dê dest ji “înada xwe” berde? Barzanî bi ken bersiv dide û dibêje: “Ez kesekî asayî û rih nerm im. Lê divê mirov rêzê ji gotin û sozên xwe re bigre. Mijarên têkildarê pirsgirêka gelê min be bê guman înadê dikim lê amade me sirûşta xwe jî biguherim.”

Mehmûd Osman tevlê wê nêrînê nabe û Mesûd Barzanî weke miroveke bi înad nabîne. Lewma dibêje: “Paul Bremer li gel mafê kurdan nebû. Kak Mesûd jî Bremer weke nijadperestekî xirab didît. Lewma li hember hev sekinîn. Em xwedanê pirsgirêka neteweyekî ne, eger ew vê nebînin û helwesta Kak Mesûd bi înad bibînin, bêguman ew bi înad dibe.”

Hemîd Efendî dide xuyakirin: “Serok Barzanî di dema guftûgoyan de pir aram, hemin û birêz e. Li ser tiştên esasî û sereke bi rijd û înad e. Di danûstandinan de tiştek ji bo berjewendiyên gel be amade ye xwe nerm bike lê li hember ti tiştekî jî dest ji mafê gelê xwe bernade.”

Necmedîn Kerîm, li ser pênaseya nehezên Barzanî, ku dibêjin "Serokekî bi înad e", nêrîna xwe wiha tîne ziman:

“Kak Mesûd xwedan ezmûneke mezin e û zanyariyênw wî hene, dizane çawa biryar bide. Weke mînak, li ser mijara referandûmê rijd û înadbûna wî pir xweş bû û min gelek jê hez kir. Ji ber ku di berjewendiya gelê Kuridstanê de ye.”

Barzanî poşman e

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2005ê de, bi yasaya jimare yek a 12ê Gulana 2005ê, Mesûd Barza nî weke yekemîn Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart û Barzanî sonda yasayî xwend.

Piştî guhertina yasaya hilbijartina serokatiya herêmê, ku biryar hate dayîn serok ji aliyê gel ve were hilbijartin, di hilbijartinên 25ê Tîrmeha 2009ê de, Mesûd Barzanî milyonek û 266 hezar û 397 dengan wate ji sedî 69.60ê deng bidest xisst û careke din weke Serokê Herêma Kurdistan3e hate hilbijaetin. Barzanî di 20ê Tebaxa 2009ê sonda yasayî xwend.

Piştî rêkeftina di navbera PDK û YNKê ya ji bo hilbijartinên serokatiya herêmê, roja 30ê Hezîrana 2013ê, dema serokatiya Barzanî, ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bo 2 salan hate dirêjkirin. Paşî şandeke hevbeş a PDK û YNKê daxwaz kirin, ku ev yasaya nû were îmzekirin lê Barzanî yasa îmze nekir û red jî nekir. 

Barzanî çend carekî weke Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê rêveberiya Koşka Spî ve li Washingtonê hatiye pêşwazîkirin. Barzanî yekemîn serokê kurd bû, ku bi cilûbergên kurdî, roja 25ê Cotmeha 2005ê li Koşka Spî ji aliyê serokê demê yê Amerîkayê George W. Bush ve hate pêşwazîkirin.

Heyama serokatiya Mesûd Barzanî di 20ê Tebaxa 2015ê bidawî dibû. Lê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser mijara “sererastkirina yasaya hilbijartina serokatiya herêmê” li hev nekirin. Ji ber vê yekê roja 17ê Tebaxa 2015ê, Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku heta hilbijartinên serokatiya herêmê werin kirin, Mesûd Barzanî bi hemû desthilatên xwe ve, li ser karê xwe bimîne.

Ev biryar di nava Herêma Kurdistanê de bû sedema karvedanên cuda lê civaka navdewletî herweka caran, weke Serokê Herêma Kurdistanê, li gel Mesûd Barzanî danûstandin dike.

Barzanî di gelek civîn û rûniştinên girseyî, çapemenî, hevpeyvînan de gotiye, “wergirtina kursiya serokatiya herêmê, xeletiya herî mezin a jiyana min bû û divêya min ev erk qebûl nekiriba.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin