Pompeo: Piştgirîya bo HSD û Kurdan Dê Bidome

Pompeo: Piştgirîya bo HSD û Kurdan Dê Bidome

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Almanya de li weqfekê ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Kurdan axifî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Almanya de li weqfekê ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Kurdan axifî.

Pompeo dîyar kir ku Amerîka piştgirîyeke jêderan ya mezin daye HSD'ê û Kurdan.

Wî da zanîn ku wan tiştên pêwîst dane Kurdan û xîlafeta DAIŞ’ê hilweşandine û ameje kir ku ew bi vê yekê serbilind in û ewê piştgirîya bo Kurdan bidomînin.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku piştgirîya bo Kurdan ji berjewendîya Amerîka û Ewrupa re baş e.

Li ser pirsan, Pompeo got ku ew ji Sûrîyê venekişîyane û gava Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryar daye ku êrîşî bakurê Sûrîyê bike ew dijî wî derketine.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin