Pompeo: Grûpên çekdar ên ser bi Îranê êrîşî konsulxaneya me kirine

Pompeo: Grûpên çekdar ên ser bi Îranê êrîşî konsulxaneya me kirine

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi dijwarî êrîşa mûşekî ya şeva borî bo ser balyozxaneya welatê xwe li Bexdayê şermezar dike û dibêje, grûpên milîşiya ên ser bi Îranê jê berpirs in û daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike lêpirsînê ligel wan bike.

Mike Pompeo di daxuyaniyekê de dibêje, di demekê de Iraqê ji ber krîza Corona û aborî dinalîne, grûpên milîşiya ên ser bi Îranê astengên herî mezin in û nahêlin Iraq ber bi aştî û rewşeke baş biçe. Pompeo dibêje, her ew grûpên êrîşî saziyên dîplomatîk dikin, bi awayekî zêde serwet û sermaya giştî ji Iraqiyan didizin, êrîşî xwepêşanderên aştîxwaz û çalakvanan dikin û agirê şerê navxweyî xweş dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwazê ji Iraqiyan dike, piştgiriya hewldanên hikûmetê bikin daxu serbixweyiyê bidest bixe, yên ji êrîşan berpirs in bên dadgeh kirin û garantî jî bê dayîn ku hêzên Şîe di bin kontrola dewletê de ne.

Şeva borî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ket ber êrîşeke mûşekî, lê ji aliyê sîstema antî-mûşek ve bersiva êrîşê hat dayîn.

Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz dibêje, yek ji wan mûşekên bo Balyozxaneya Amerîkayê hatiye avêtin ketiye ser avahiyekê li Komelgeha Qadisiye ku malbateke Turkmen têde dijiyan. Herwiha sê mûşek li nêzîkê Balyozxaneya Amerîkayê ketine û mûşekek jî li Taxa Cadiriyeyeê ketiye.

Ji xeynî birîndarbûna kesekî û zerara maddî ya hejmarek mal û avahî, zerar gehişte 14 otomobîlên sivîl, jeneratorek û karavaneyekî.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hêviya başbûnê bo birîndaran dixwaze.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin