Pompeo: Emê Iraqê ji bin hegemonya Îranê derbixin

Pompeo: Emê Iraqê ji bin hegemonya Îranê derbixin

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo eşkere kir; ew piştevaniya xwe ya li hewldanên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yên li ser kontrolkirina grubên Şîe yên li nêzîkî Îranê û derxistina Iraqê ji hegemonya Tehranê, didomînin.

Mike Pompeo diyar kir ku îdareya Amerîkayê di dema desthilata Donald Trump de 77 sizayên cûr bi cûr bi ser Îran û rayedarên Îranê de sepandine û sizadanên li ser wî welatî berdewam dikin.

Pompeo destnîşan kiriye: “Bi rêya siyaset û guvaşên me, me kariye Îranê lawaz bikin û em li ser wê siyaseta xwe ya li hember desthilardarên Îranê jî berdewam dibin. Berdewamkirin jî ew siyaset bû ku rêkeftina Îbrahîm di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de hat îmzekirin.”

Wezîrê Derveyê Amerîkayê got: “Em bi piştgiriya hevpeymanên xwe û bi taybetî welatên Kendavê, me kariye Îran ji aliyê dîplomasî û aborî ve lawaz bikin û ji dema destbikarkirina îdareya me heta niha, 77 sizayên cûr bi cûr bi ser Îranû rayedarên wî welatî de hatin sepandin, ji ber vê yekê jî grûpên weke Hizbullah û Hemas ku bi alîkariya Îranê bihêz bûbûn, niha duçarî qeyrana mezin bûne.”

Mike Pompeo tekez kiriye: “Em di piştevanîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li ser hewldanên wî yên kontrolkirina grûpên milîs ên nêzîkî Îranê, berdewam din. Herwiha em piştevaniya gelê Lubnanê dikin ji bo redkirina desthilata gendelîya Hizbullah. Me karî zilamê herî bi hêz ê Îranê jinav bibin, ku ew jî Qasim Suleymanî bû. Em dizanin ku siyasetên me li hember Îranê bi ser ketin, çimkî niha rayedarên Îranê pir dixwazin vegerin ser maseya gotûbêjan.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin