Pompeo: Em piştgiriya Siûdiyê dikin ji bo ku berevaniyê li xwe bike

Pompeo: Em piştgiriya Siûdiyê dikin ji bo ku berevaniyê li xwe bike

Mike Pompeo ragihand, ji bo ku Siûdiyê berevaniyê li mafên xwe bike, Amerîka piştgiriya wî welatî dike.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo ji bo nirxandina pêngavên piştî êrîşên ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Siûdiyê serdana wî welatî kiriye û li gel Cînişînê Şahê Siûdiyê, şahzade Mihemmed Bin Selmanciviya. Mike Pompeo ragihand, ji bo ku Siûdiyê berevaniyê li mafên xwe bike, Amerîka piştgiriya wî welatî dike.

 

Mike Pompeo ragihand ku Waşington di pirsa mafê xweparastinê de, piştgiriya Siûdiyê dike û diyar kir, ew li hemberî liv û tevgerên Îranê bêdeng namînin û reftarên Îranê nayên qebûlkirin.

 

Pompeo, ev axavtin di dema civîna li gel Cînişînê Şahê Siûdiyê, Mihemmed Bin Selman de kir. Herdu alî şeva derbasbûyî li Koşka Selam li bajarê Cedde yê Erebistana Siûdiyê civiyan û gotûbêj li ser çend mijaran kirin.

 

Medyaya fermî ya Siûdiyê ragihandiye, ku Pompeo di civînê de êrîşên ser navendên petrolê yên Siûdiyê şermezar kiriye û Îran bi encamdana wan êrîşan tometbar kiriye.

 

Li gor medyaya Siûdiyê, di heman demê de Pompeo piştgiriya welatê xwe bo pêngavên Siûdiyê eşkere kiriye û ji bo eşkerekirina encamderê êrîşan û derxistina rastiyan, bang li lêkolerên navdewletî kiriye.

 

Di heman civînê de, Mihemmed Bin Selman ragihandiye ku armanca êrîşên ser saziyên petrolê yên kompaniya hikûmî ya Aramco ya Siûdiyê, têkdana asayiş û rewşa navçeyê ye û tekez kiriye, ku hin alî dixwazin ziyanê bigihînin ewlehiya kerta enerjî û aboriya cîhanê.

 

Roja Duşemiyê saziyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Erebistana Siûdiyê, ku kompaniyeke hikûmî ya wî welatî ye, bi çend mûşek û balafirên bêfirokevan rastî êrîşê hatin û bi sedema wê êrîşê bo demekê nîvê berhemanîn û hinardeya petrola Siûdiyê hat rawestandin.

 

Milîsên Hûsî yên Yemenê ragihandin, ku wan ew êrîş li dijî Siûdiyê pêk aniye, lê belê her ji destpêkê ve cîhanê bi çavekî gumanê li êrîşa ser saziyên petrolê yên Siûdiyê nihêrî.

 

Erebistana Siûdiyê ragihandiye, li gor lêkolînên wan û belgeyên di ber dest de, êrîş li xaka Yemenê nehatiye encamdan û mûşekên ku di êrîşan de bi kar hatine, Îranî bûne û aliyê ku mûşek jê hatine, ji aliyê bakur û bakurê rojhilatê wî welatî bûye.

 

Amerîkayê jî Îran bi encamdana êrîşê tometbar dike, lê Îran wê yekê red dike.

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin