Pompeo: Em ê Îranê ji Sûriyê derînin

Pompeo: Em ê Îranê ji Sûriyê derînin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got, welatê wî, heta leşkerî dawî ji Sûrî hebe digel hevpeymanên xwe bixebite.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di serdana xwe ya bo Kahîreyê de, li Zaningeha Amerîkî ya Kahîreyê, li ser siyaseta wan a Sûriyê got: "Heta leşkerê dawî yê îranî ji Sûriyê dernekeve, Amerîka dê digel hevpeymanên xwe li Sûriyê bixebite."

Mike Pompeo herwiha rexne li Obamayî girt û got ji ber ku li Rojhilata Navîn li dijî terorîzma radîkal baş tênekoşiye bûye sebeba şînbûna tovên teroîzmê.

Pompeo amaje bi vê yekê kir ku heta Îran û hevpeymanên wê li Sûriyê bimînin Amerîka alîkariyê nade jinûveavakirina li deverên di bin desthilatdariya Esedî de.

Pompeo herwiha got heta heta têkoşîna li dijî terorîzmê neqede, Amerîka venakişe û wisa pê de çû: "DAIŞ, El Qaîdê û komên cîhadîst ên din ku hem ji bo me hem ji bo we gef in, heta van tevan paqij nebin, Amerîka dê digel we bêwestan bixebite. Amerîka li herêmê, hêza qenciyê ye. Cihên ku Amerîka jê vekiyaye, piştî vê kaos tê. " 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin