Pompeo derbarê şerê Ermenîstan û Azerbeycanê de Tirkiye hişyar kir

Pompeo derbarê şerê Ermenîstan û Azerbeycanê de Tirkiye hişyar kir

Wezîrê derve yê Amerîkayê derbarê şerê Ermenîstan û Azerbeycanê de Tirkiye hişyar kir.

A+A-

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji rojnamevanan re ragehand, ku çekdarên Sûrî ji Lîbya re hatine veguhestin û ew bûye sedemê alozî, şer û kuştinên zêdetir.

Mike Pompeo Tirkiye hişyar kir û ragehand, şandina çekdarên Sûrî bo şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê heman alozî û şer û kuştinên li Lîbyayê dê li wê navçeyê jî dubare bike.

Heftiya borî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, heta naha hejmara çekdarên Sûrî li Azerbeycanê geheştiye 850 çekdaran û bendewarî hene hejmarekî zêdetir a çekdaran ji aliyê Tirkiyê ve bên şandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin