Pompeo Dê Deh Rojan li Ewrupa û Rojhilata Navîn Hevdîtinan Çêke

Pompeo Dê Deh Rojan li Ewrupa û Rojhilata Navîn Hevdîtinan Çêke

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîka dê roja Înê dest bi gereke 10 rojî ya li Ewrupa û Rojhilata Navîn bike.

Li gor bernameyê, ku di malepera Wezareta Derve ya Amerîka de hat weşandin, Pompeo dê li Parîsê bi Serokomarê Fransa Emmaneul Macron û hevtayê xwe Jean Yves Le Drian re bicive.

Pompeo dê dûre derbazî Stenbol ya Tirkîyê bibe û li wir bi Patrîkê Rum yê Fenerê Bartholomeos re kom bibe.

Ew dê piştî Stenbolê here Gurcistanê û li wir serokomarê wî welatî Saloma Zurabishivili, serokwezîr Giorgi Gaharia û wezîrê derve Davit Zalkaliani bibîne û dê bi bi Patrîkê Dêra Ortodoks ya Gurcistanê Ilia II re jî hevdîtinekê çêke.

Wezîrê Derve yê Amerîka dê dûre derbazî Îsraîlê bibe û bi serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu re ser normalkirina peywendîyên bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re danûstandinê bike.

Pompeo dê ji Îsraîlê here Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û dê li wir bi Prensê Cîgir Mihemed Bîn Zayd re bicive.

Ew dê ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî here Qatarê û li wir jî dê bi Emîr Tamîm Bîn Hamid El Tanî û Wezîrê Derve Mihemed Bîn Abdulrahman El Tanî re kom bibe.

Wezîrê Derve ye Amerîka dê gera 10 rojî de herî dawî here Erebistana Saudî û dê li wir bi Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman re hevdîtinê çêke.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin