Pompeo bo Kaşıkçıyî hate Tirkiyeyê

Pompeo bo Kaşıkçıyî hate Tirkiyeyê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro bo li ser Cemal Kaşıkçıyî hate Tirkiyeyê û li balafirgeha Esenboğayê digel Erdoğanî civiya. Piştî wê jî digel Çavuşoğluyê Wezîrê Derve hevdîtinek pêk anî.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo nirxadina bûyera kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşıkçı hate Tirkiyeyê.

Erdoğanî, li Eywana Rûmetê, pêşwazî Pompeoyî kir. Di civînê de Berdevkê Serokomariyê İbrahim Kalın, Serokê MÎTê Hakan Fidan, Wezîrê Derve Mevlüt Çavuşoğlu û Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey jî amade bûn.

 

 

 

Piştî bi dawî hatina civîna li gel Erdogan, her li Balafirxaneya Esenbogayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyî Mevlut Çavuşoglu re jî civiya.

cavus.png

 

Çavuşoğlu, piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê da û got em li ser Kaşıkçı, Minbic û FETOyê axivîn.

 

Li ser mijara Cemal Kaşıkçıyî Çavuşoğluyî got; "Em li gor nûşeyên di rojnameyan de derdikevin, vê mijarê nanirxînin. Dadwerî lêpirsînekê dike. Doh bi hinceta ku malbata wî tê de bûye, nedikarîn bikevin rezîdansa konsulxaneyê. Îro dê bikevinê. Li ser vê mijarê angaştên cihê têne rojevê. Em dê bikaribin piştî encamê agahiyan bidin. Helwestên konsûlê yên piştî nebedîbûna Kaşıkçıyî helbet rastî bertekan hatin. Di nav konsulxane otomobîlan de wê îro lêgerînan bêne kirin."

 

Li ser mijara Minbicê jî Çavuşoğluyî got: "Serokomarê me, mijara Minbicê cardin anî rojevê. Me di 4ê Hezîranê de nexşerê pejirandibû. Ew jî qebûl dikin ku derengî ketiyê. Aniha bernameya rahênanê ya hevpar destpê bûye. Me got divê YPG û PKK bêne paqijkirin. Serokomarê me got em ê bi rehetî wan paqij bikin. Me bi eşkere got divê nexşerê bê bicihanîn. Lihevkirinek li ser Rojhilata Firatê jî heye."

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin