Pompeo bang li Tirkiyê kir: Hêzên xwe vekişîne!

Pompeo bang li Tirkiyê kir: Hêzên xwe vekişîne!

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji pirsa Deryaya Spî re, serdana Komara Qibrisê dike. Pompeo bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji navçeya cihê nakokiyan vekişîne.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bang li Tirkiyê jî kir ku hêzên xwe ji navçeya cihê nakokiyan derxîne.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê peywendiyek li gel Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Yunanê danî, Pompeo jî serdana xwe ya ji bo Komara Qibrisê ragihand û tekez kir ku seredana wî dê handera wan axaftinên di wan peywendiyên telefonî de be.

Dema ku ji bo beşdarbûna danûstandinên di navbera Hikûmeta Kabîl û Talîban de diçû Qeterê, Pompeo ev daxuyanî da û got ku piştî Qeterê ew ê roja Şemî, 12.09.2020, serdana Komara Qibrisê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje, divê nakokî bi riyên dîplomatîk û aştiyane bêne çareserkirin û ji bo ew ji asta metirsiyan piştrast be ew dê seredana Qibrisê bike û li ser vê babetê kar bike.

Mike Pompeo dide zanîn ku ew dê hevdîtinên ciddî bike û hêvî dike ji bo vê yekê hêzên leşkerî ji wê deverê bêne vekişandin.

Ev heyamek e rojhilatê Derya Spî bûye devera nû ya cihê nakokiyan di navbera Tirkiye û Yunanê de li ser xebatên lêgerîna gaza sirûştî û sînorên deryayî li wê navçeyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin