Pompeo: Amerîka dixwaze piştrast be ku Tirkiye komkujiyê li dijî Kurdan nake

Pompeo: Amerîka dixwaze piştrast be ku Tirkiye komkujiyê li dijî Kurdan nake

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo di derbarê vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê de ragihand, Waşington dixwaze ji wê yekê piştrast be, ku artêşa Tirkiyê komkujiyê li dijî Kurdan pêk neyîne.

A+A-

Mike Pompeo bo Newsmaxê, li ser mijara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê û gefên Tirkiyê bo encamdana operasyoneke leşkerî di nava axa Sûriyê û herwiha metirsiya li ser Kurdên Sûriyê axivî.

 

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê ti amaje bi dema vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûriyê û hûrgiliyên li ser vê mijarê nedaye û tenê gotiye: “Ev mijareke ku yekalî bûye û her dê bê cîbicîkirin.”

 

Mike Pompeo daye xuyakirin, ku ew naxwaze neyarên Amerîkayê dema diyarkirî ya ji bo vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê bizanin.

 

Pompeo tekez dike, ku Amerîka dixwaze ji wê yekê piştrast be, ku artêşa Tirkiyê li dijî Kurdan komkujiyê pêk neyîne û pêkhateyên nav Sûriyê parastî bin.

 

Bi gotina Pompeo yek ji fermanên Trump ku erkê wezareta derve ye wan pêk bîne, ev e ku ji wê yekê piştrast be ku Tirkiye li hember Kurdan komkujiyê nake.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin