Polîsê bû sedema mirina Mîhraçê 7 salî serbest hat berdan

Polîsê bû sedema mirina Mîhraçê 7 salî serbest hat berdan

.

A+A-

 Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, polîsê ku bû sedema mirina Mîhraç Mîroglu yê 7 salî piştî wergirtina îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve serbest hat berdan.

Li taxa Turgut Ozalê ya navçeya Hezexê di 3yê Îlonê de, wesayîteke zirxpoş ya hêzên emnî li zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu xist. Mîhraç Mîroglu yê 7 salî ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hat rakirin. Lê tevî hemû hewldanan jî Mîhraç canê xwe ji dest da.

Serdozgeriya Hezexê di derbarê bûyerê de bi hinceta “qezaya trafîkê ya bi mirin” lêpirsîn da despêkirin.

Polîsê ku bû sedema mirina Mîhraç Mîroglu, 3 roj piştî bûyerê ji bo îfadeyan bo dozgeriyê hat bangkirin. Polîs, di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye “Min wesayîyê bi lez nediajot û min nedixest ev bûyer biqewime.”

Polîsê ku bûye sedema mirina Mîhraç Mîroglu, piştî îfadeyê serbest hat berdan. Dozger, ji bo tespîtkirina rastiyê dosya bo Beşa Pisporiya Trafîkê ya Saziya Bijîşkî ya Edlî şand.

Baroya Amedê jî di nav de 14 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê mirina Mîhraç Mîroglu yê 7 salî de daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin ku divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebin mirinên ji rêzê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin